Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Sala 2020’î wiha derbas bû

Di dawiya salê û serêsalê de ji qaîdeyan ne ku mirov muhasebeyê bike. Em jî tev li vî karwanî bibin. Çavekî li sala 2020’î bigerinin. Di sala 2020’î de mijara sereke ku bandorê li temamiya cîhanê kir; şewba coronayê bû.

Ev şewb, şewbeke organîk û biyolojîk bû. Lê ez nebawer im ku kesek înkar bike; ev şewb ji ber siyaset û polîtîkayên pergala serdest a cîhanî li sere mirovahiyê bû bela.

Şewba ku ji ber pergala cîhanî derket hole dîsa ji aliyê aktoran ve li dijî civakan weke çekekê hat bikaranîn. Li dijî hafizayê civakan ango kal û pîran hat bikaranîn. Li dijî gelan hat xebitandin, da ku di taleb û daxwazên xwe yên jiyaneke aram, wekhev, azad û têr de israrê nekin.

Lê li temamiya parzemînan li dijî vê pergalê reaksiyon û nerazîbûnên ku mirov pê hejmakar man jî derketin holê. Civaknasiya serdest di milê tehakum, çewisandin, zept û reptê de nekarî zora civakê bibe. Rast e civakê êşand lê civakên li cîhanê li dijî vê êrîşa hanê manevrayên bi qabîliyet kirin.

Bi temamî nekarîn zora pergala serdest bibin lê derbên bi keys jî lêdan. Ka dêhna xwe bidinê; pergala tehekumkar ji bo civakan bi rê ve bibe di temamiya dîrokê de dek û dolabek nemaye ku negerandibe. Destpêkê mîtolojiyê bi kar aniye, piştre ol û baweriyan, di dûmahîkê de serî li felsefeyê daye, niha jî serî li zanistê dide.

Lê di vê serdemê de ji serdemên berê cudatir rewşeke nû heye. Êdî di milê serwextiyê de tîr ji kevan derketiye. Wan dewr û zemanên berê civakan nekariye li dijî zora serdestan mîtolojî, ol û felsefeyê biparêze û li ya xwe xwedî derkeve. Lê di vî zemanî de civakan heta radeyekê kariye nîmetên zanist û teknolojiyê ji bo xwe bi kar bîne.

Ji ber wê jî di sala 2020’an de pergala serdest a cîhanî bi destê xwe dasê li conga xwe xist. Wan got; em civakî ji hev qut û îzole bikin, wê nikaribin serî rakin. Lê wan texmîn nekir ku yek bi yek ferdên civakan wê di ‘hundir’ de vê pergalê bixin ber lêpirsînê.

Ji bo vê jî bi ya min sala 2020’an wê di xaneya pergala serdest de bibe saleke windakirî lê di xaneya civak û gelan de wê bibe saleke lixwefikrîn û serwextbûnê.

Nûçeyên Têkildar