Pirsgirêka kurd û têkoşîna azadiyê ya kurdan, nemaze sedsala dawî di gelek qonax û merheleyên curbicur re derbas bû. Tam 200 sal in têkoşîna rizgariya neteweyî ya kurdan didome û mirov dikare bîne ziman ku di dîrokê de pirsgirêkeke neteweyî, têkoşîneke bênavber û berxwedaneke domdar ku 200 salan berdewam kiriye nîne. Ev yek zehmetî û hevsengên komleks ên pirsgirêka kurd bi awayekî zelal nîşan dide. Ji ber vê yekê jî karekterekî taybet ê pirsgirêka kurd heye ku heta ew neyê zanîn hem pirsgirêk çareser nabe, hem jî her ku diçe maliyetên giran ên însanî, aborî û siyasî zêdetir dike. Em îro vê rastiyê û encamên vê yekê li Tirkiyeyê zêdetir dibînin.
Di dîroka xwe de kurd bi qasî îro hem ne aktorekî herêmî bûne hem jî bi têkoşîna xwe, bi bernameya xwe ya siyasî, bi modela xwe ya civakî ewqas li raya giştî ya cîhanê nehatine nîqaşkirin û neketine rojevê. Bi taybetî Şoreşa Rojava, pirsgirêka kurd xiste rojeva cîhanê û îmaja kurdan a navneteweyî anî merheleyeke gelek girîng. Ji ber vê yekê jî, pirsgirêka kurd, êdî ji sînorê kurdan û Kurdistanê derketiye û bûye meseleyeke herêmî û navneteweyî. Wek berê jî hatî gotin îro li Rojhilata Navîn navenda şerê parvekirina desthilatiyê ku wek “Şerê Cîhanê yê 3’yemîn Kurdistan e.” Di nav vê atmosferê de, kurd di qonaxeke wisa dîrokî de ne, an dê destkeftiyên xwe yên heta niha bi berdêlên giran bi dest xistine jî winda bikin, an jî dê rû û zemînê pirsgirêka kurd biguherînin û bînin qonaxa avakirina statûyekê û mayîndekirina wan destkeftiyan.
Hem ji ber parçekirina cografîk û çandî, hem jî ji ber gelek faktorên din, pirsgirêka kurd pirsgirêkeke berfireh û piralî ye. Gelek wecheyên wê yên dîrokî û aktûel hene. Ji daxwaza rêvebirina terîtoryal bigire heta têkbirina polîtîkayên bişaftin û talana çandî, ji mêtingeriya aborî û nirxên komaleyetî bigire heta gelek pirsgirêkên kompleks, îro pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke yekpare ye. Ji ber ku tenê karekterekî wî yê sabît nîne, lewre jî çareserkirina wê jî xwe dispêre gelek rê û rêbazên têkoşînê yên curbicur. Dîsa ji ber ku di giriftî û dijwariya pirsgirêka kurd de hem rola hêzên dagirker ên dewletên derdor û hem jî ya hêzên navneteweyî heye, loma jî çareserkirina pirsgirêkê jî bi konsensûseke herêmî û navneteweyî pêkan e. Helbet têkoşîn û berxwedan, besîret û feraseta kurdan wê di vê konsensûsê de bibe faktora bingehîn. Di vê qonaxê de her çend çiqas zehmet û kompleks be jî, avakirina yekitiya neteweyî û bihêzkirina tifaqa ligel hêzên demokratîk dê bandoreke erênî li ser vê konsensûsê bike. Dekolonîzasyona ku bi salan hatiye avakirin, wê beriya her tiştî bi têkoşîna kurdan û tifaq û avakirina eniyeke berfireh a hêzên demokrasiyê li dijî desthilatiyê pêk bê.
Di qonaxeke wiha dîrokî de hem geşedanên li Rojava, hem dagirkeriya li Başûr, hem jî êrîş û zextên li ser siyaseta demokratîk a li Bakur bi hevdu ve girêdayîne. Mahiyet û çarçoveya êrîşan beriya her tiştî xwe dispêre nêzikatiya dewletê ya sed salan û ew jî dagirkirin û domandina mêtingeriyê ye. Ji bo wê jî bi hemû hêza xwe û bi seferberiyeke mezin dixwazin rê li ber geşbûna daxwaza azadiyê û meseleya statûya kurdan bigirin û îmaja ku kurdan di raya giştî ya cîhanê de bi dest xistine, berovajî bikin.
Ji bo wê jî hem li Tirkiyeyê bi hemû aliyên statûkoperest re, hem bi dewletên derdor ên wek Sûriye, Iraq û Îranê re, hem jî bi hêzên navneteweyî yên wek Rûsya, Amerîka û dewletên ewropî re danûstandinan dikin û ji bo wergirtina riza, tesdîq û destûra wan, dek û dolaban digerînin, hemû îmkanan seferber dikin. Lê em baş dizanin ku sedsal berê kurd bi riza û destûra wan dewletên emperyalîst hatin parçekirin û welatê kurdan hat dabeşkirin. Di sed salên borî de hesabên ku hatin kirin, bi têkoşîna kurdan hatin pûçkirin. Tiştê ku dihat armanckirin, bi berxwedana kurdan têk çû. Ev têkoşîn dê ji îro şûnde jî bidome. Ji bo wê jî îro mahiyeta pirsgirêka kurd û berxwedana kurdan a li ser mîraseke bi salan avabûyî, dewlet xistiye nav krîzeke epîstemolojîk a man û nemanê.
Di vê atmosfera siyasî û hevsengên polîtîk de nêzîkatiya dewletê ya pirsgirêka kurd herî zêde di tecrîda Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan de krîstalîze dibe. Di 22 salan û bi taybetî di 6 salên dawî de, ev nêzîkatî zêdetir aşkera bûye. Ji bo wê jî, nêzikatiya li Îmraliyê wek nêzikatiya li meseleya azadiyê ya kurdan e. Ev sembolîzma polîtîk, niyet û nêzikatiya dewletê ya bo Birêz Ocalan heta niha gelek caran teyîd û piştrast kir. Helbet meseleya tecrîdê ne tenê meseleyeke îro ye û ji 15ê Sibata 1999’an heta niha bi awayekî sîstematîk didome. Ji bo wê jî Îmralî bi taybetî di 6 salên dawî de wek navendeke stratejiyê ya aqilê dewletê tê şixulandin û wek laboratiwara pirsgirêka kurd e. Pûçkirin, şikandin û têkbirina tecrîdê, danûstandina ligel Birêz Ocalan, dê beriya her tiştî vê polîtîkayê berovajî bike. Ji bo wê jî îro berxwedana ku ji aliyê hezaran girtiyên azadiyê ve li zindanan tê meşandin peyameke girîng e. Lê divê hemû barê giran ê vê meseleyê bi temamî li stûyê zindaniyan neyê hiştin û li her platformê bi hemû rê û rêbazan ev mijara tecrîdê wek mijareke sereke têkeve rojevê.
Di têkbirina siyaseta dagirkeriyê û polîtîkaya tecrîdê de helbet roleke girîng a siyaseta demokratîk û bi taybetî jî ya HDPê heye. Ji ber ku HDP sermayeya têkoşîna gelê kurd a bi salan e, ji ber ku HDP navenda têkoşînê ya hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ye, loma jî di vê qonaxa dîrokî de roleke wê ya taybet û damezirîner heye. Di vîzyona dewleta tirk a 2023’an de, ku xwe li ser têkbirina destkeftiyên kurdan ava dike, hêz û eniya ku dikare rê li ber pratîzekirina vê vîzyona faşîzmê bigire tenê HDP ye. Dîsa bi bernameya xwe ya polîtîk, bi modela xwe ya civakî, hêza ku herî zêde dikare ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyê bibe hêvî tenê HDP ye. Ji bo wê jî di sala 2021’an de HDP dê hewl bide ku vê eniyê berfirehtir bike.