Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Sala 2024’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Dayika Aştiyê Rewşan Doner diyar kir ku divê Rêber Apo di demeke nêz de azad bibe wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd ne kesekî ji rêzê ye. Hemû kurd wî wekî vîna xwe qebûl dikin. Em sala 2024’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêbertiyê.”

Hêzên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an de li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan komployeke navdewletî pêk anîn û radestî Tirkiyeyê kirin. Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girnakirî de tê ragirtin. Komploya navdewletî îsal dikeve sala 26’an. Li seranserê cihanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî û xwepêşandan tên li darxistin.

Dayika Aştiyê Rewşan Doner a 55 salî ku di 15’ê Sibata 1999’an de dema Rêber Apo radestî Tirkiyeyê hat kirin di çalakiyê de bû diyar kir ku 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. Rewşan Doner ê ku piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kiriye, anî ziman ku wê demê apê wê gava li zanîngehê dixwend hatiye windakirin û paşê malbata wê ya li Bedlîsê bûye hedefa zextên dewletê. Rewşan Doner anî ziman ku piştî vê pêvajoyê bi awayekî sîstematîk serdegirtinên malan pêk hatine û got ku gelek caran endamên malbatê hatine binçavkirin û rastî îşkenceyê hatine. Rewşan Doner got ku di salên 1990’î de ji ber cerdevanî qebûl nekirin apê wê yê melayê gund bû hatiye kuştin û gundê wan di sala 1994’an de hatiye şewitandin.

Gel hêzê dide Abdullah Ocalan

Rewşan Doner da zanîn ku ew ji roja ku Abdullah Ocalan  radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha têkoşîna xwe didomîne û wiha got: “Wê demê di dilê min de dudiliyek hebû û ew roja reş 15’ê Sibatê, qewimî. Gundên me şewitandin, zarokên me şehîd kirin, em sirgûn kirin, lê tiştek bi qasî 15’ê Sibatê bandor li me nekir. Me ne dikaribû tiîtekî bixwe û vexwe. Piştî Rêbertî anîn Tirkiyeyê, di nava çar pênc rojan de ew darizandin û ew xistin Girtîgeha Îmraliyê. Wê demê li derê çalakî hebûn. Di êrîşa polîsan de ez ji serê xwe birîndar bûm. Serê min ji du cihan şikest, lê roja din xwepêşandanek hat lidarxistin û ez yekser beşdarî wê bûm. Gel hêz da û komploya li dijî wî pûç kir. Gel jî êdî ne gelê berê ye, bi sedan kes piştgiriyê didin wî. Bi sedan kesî bi gotina ‘Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin’ bedena xwe dan ber êgir.”

Abdullah Ocalan vîna gelê kurd e

Di berdewamiya axaftina xwe de Rewşan Doner bal kişand ser rewşa ku 35 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha domand: “Tecrîd didome. Ger xeber ji Rêbertiyê bê girtin û hevdîtin pê re bê kirin, dê tiştên xweştir çêbibin. Ji ber vê yekê tecrîdê ferz dikin. Ew dijminatiya wî dikin. Dema ku Xwedê mirovekî diafirîne, mafê wî jî dide. Li gorî qanûnê mafê wî heye ku bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Rêberê Gelê Kurd ne kesekî ji rêzê ye. Hemû kurd wî wekî vîna xwe qebûl dikin. Bi kurtasî, di her warî de cihê tecrîdê tune ye,”.

Donerê bal kişand ser wê yekê ku divê sala 2024’an bibe sala azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û got: “Ez li vir bang li hemû gelan dikim: wekî dayikeke kurd ez aştî û wekheviyê diparêzim. Ji bo ku gel bi hev re bijî û tecrîd rabe, çi ji destê me tê em ê bikin. Em sala 2024’an bikin sala azadiya fizîkî ya Rêbertiyê. Ger ev tecrîd berdewam bike, dê edalet û aştî pêk nayê. Dê êşkence û tundî berdewam bike, aborî jî dê têk biçe. Sedema van hemû pirsgirêkan şer û tecrîd e. Hemû kesên demokrasî, azadî û edaletê dixwazin divê vê tecrîdê bişkînin. Divê Rêbertî di demeke nêz de azad bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar