PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Sala 23’emîn dê bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad’

KCK’ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanike nivîskî da û diyar kir ku sala 23’emîn a komployê dê bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana azad

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarê salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hevserikatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Em şehîdên ku di têkoşîna 22 salan de li dijî komploya navnetewî ya di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelê kurd û Tevgera Azadiyê pêk hat bi minet bi bîr tînîn û soza pêkanîna xeyalên wan a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Azad dubare dikîn.

Ala berxwedanê ya bi gotina ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ li dijî komploya navneteweyî hatî bilindkirin, ev 22 sal in ku di asta herî bilind de hatiye girtin. Di sala 23’emîn de vê berxwedanê bi pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyan re; dem, dema azadiyê ye’ re bi armanca Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bê pêşxistin. Bi vî rengî dê komploya di 15’ê Sibatê de hatî pêkanîn û Rêber Apo wê weke roja qirkirinê îlan kirî, wê ji bo cara dawî bi binketinê re bê rû bi rû kirin.

Hêzên komploger hewl didin ku êrîşan bigihînin asteke nû

Tevî ku di nava 22 salan de gelek caran hêzên komploger di astekî herî mezin de bi binketinê re hatine rû bi rû kirin, lê dest ji pêkanîna komployên nû yên qirkirina kurdan armanc dike bernedane. Di dîroka 6’ê mijdara 2018’an de biryara DYE’ê ya derbarê girtin û lêdana 3 rêveberên PKK’ê girtî, plankirina komployê ya bi şeklekî nû bû. Êrîşên giran li hemberî hêzên azadiya gelê kurd ên li Bakur, Başûr û Rojava û pêkanîna dagirkeriyan bûye pratîkbûyîna biryara rêveberiya Trûmp ê ya di 6’ê mijdarê de girtibû. Ev êrîşên ku bi hêzên hevkar re mîna komployekê li ser Bakur, Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yê Medyayê tên kirin, hewl tê dayîn ku wê bigihînin rehendekî nû. Ji ber wê li gel ku em derbasî 23’emîn sala komploya navneteweyî dibin, roja 10’ê sibatê tevgera dagirkirina Garê hatî destpêkirin. Ev rastiye nîşan dide ku dewleta tirk a qirkirina kurdan dike armanc û hevkarên wî dixwazin komployê di şertên nû de bidomînin.

Xeta azadiya jinan a Rêber Apo bûye hêza şoreşê ya herî bi bandor

Her ku hêz û bandora Rêber Apo û PKK’ê zêde dibe, êrîş jî zêde dibin. Îro hêza Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ji beriya 22 salan zêdetir e. Çawa ku helwest û ramanên Rêber Apo PKK anî rewşekê ku hê bi bandortir têbikoşe, îro ne tenê bûyîna Rêberê Gelê Kurd derbas kiriye, bûye Tevgera Azadiya gelên Rohilata Navîn û cîhanê. Xeta azadiya jinan a Rêber Apo îro jinên cîhanê aniye asta hêza şoreşger û demokratîk a herî bi bandor a gelan. Konfedralîzma Demokratîk ku şeklê rêveberiya ji derveyî dewletê ye û Netewa Demokratîk ên Rêber Apo pêşxistî bûye xeta jiyana azad û demokratîk a gelan. Li gel ku gelan ji nabosê sîstema mêtinger, dewletparêz û desthilatparêz ê zilamsalar rizgar dike, bi vê projeya sîstema demokratîk her roja ku diçe têkoşîna azadiya gelan bilindtir dike.

Pêşiya bijardeya jiyana azad û demokratik heye dawiyê hat vekirin

Komplogerên navneteweyî dixwazin Rêber Apo ji bûyîna rêberê azadiya gelê kurd derxînin lê Rêber Apo weke rêberê azadî û demokrasiya tevahî mirovahiyê derket pêşberê wan. Gelên ku piştî hilweşîna reel sosyalîzmê pirsgirêka rasteya îdeolojîl-polîtîk dijîn, bi paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan a Rêber Apo pêşxistî re bûye xwedî çekekî xurt a têkoşînê. Niha çeka herî bi hêz a di destê gelan de ev paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan e. Êdî gel û jin mehkûmê sîstemekî mêtirger, serkutger û dewletparêz ê zilamsalar nîn in. Ji bo gelan û jinan pêşiya bijardeya jiyana azad û demokratîk heya dawiyê hatî vekirin. Yê ev pêşxistî jî Rêber Apo ye ku wek bersiveke îdeolojîk-polîtîk li hemberî komployê pêşxistiye.

Ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn dê di 23’yemîn sala komployê de têkoşîn di çarçoveya pêngava dem, dema azadiyê ye de li hemberî komployê bê rêvebirin. Wê ev pêngavê li her 4 parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat hemwext bê domandin. Hilweşîna faşîzmê, bi dawîbûna dagirkeriyan û azadkirina Rêber Apo dê bibe têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Rojhilata Navîn jî dê bibin hêza vê têkoşînê. Desthilata AKP-MHP’ê yê li Rojhilata Navîn parêzvantî û nûnertiya faşîzm, serkut, paşverûtî û dagirkeriyê dike û di rêveberiya dewleta tirk de ye bûye dijminê serê tevahî gelan. Di vê wateyê de pêngava dema azadiyê ye ne tenê ya gelê kurd, bûye têkoşîna azadiya hemû gelan.

Di sala 23’emîn de li Rojhilata Navîn têkoşîna li dijî komployê wê wek têkoşîna hemû gelan pêş bikeve. Di serî de jin û kedkar, hemû mirovahiya demokratîk xwedî li Rêber Apo derdikevin û bi vî rengî bûne parçeyek ji vê pêngavê. Wê dewleta tirk a ku li ser Rêber Apo tecrîdê ferz dike, di 23’yemîn salê de dê hîn zêdetir teşhîr û tecrîd bibe. Desthilata faşîst a AKP-MHP ku heya îro komployê bi rêvedibin û li ser vê bingehê hewl didin qirkirina kurd temam bikin hilweşe. Li dijî dagirkeriya Garê rabûna ser pêyan a gelê me yê li her 4 parçeyên Kurdistanê, wê hilweşîna desthilatê faşîst ê AKP-MHP’ê leztir bike. Komploya ku Rêber Apo wê wek ne tenê li hemberî gelê kurd û PKK’ê, li hemberî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn pêkhatiye pênase dike, dê di dawiyê de bê binxistin. Bi vî rengî Kurdistan, Tirkiye û hemû Rojhilata Navîn bigihîje jiyana azad û demokratîk.

Ciwan, jin û hemû gelê Kurdistanê yên li ser şopa şehîdên ‘Kes nikare Roja me tarî bike’ dimeşin, berdêlê wê çi dibe bila bibe dê têkoşîna ji bo Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi rêve bibe û sala 23’yemîn bike sala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad. Rexmê hemû zextan dê têkoşîn û biryardariya gelê me ya ji bo jiyana azad û demokratîk pêk bîne.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar