Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Sala 41’emîn pîroz be!

41 sal in tevgera apoyî bû partî û li her çar parçeyên Kurdistanê û li hemû deverên ku kurd lê dijîn çend roj beriya salvegerê bi çalakî, merasîm û meşan pîrozbahî dest pê dikin.

Tevî ku çend roj ji 27’ê Mijdarê re maye ev eleqe dide nîşandan ku PKK’ê bandoreke çawa li ser civaka kurd hiştiye û şopa xwe bi çi rengî li ser vê civakê hiştiye.

Lê heke mirov vê bandora PKK’ê wekî ku tenê li ser gelê kurd bûye bigire dest ew dê nêrîneke kêm bimîne. Lewre ne tenê kurd lê belê divê gelê Rojhilata Navîn û dinyayê jî di salvegera 41’emîn li kêleka gelê kurd tev li van pîrozbahiyan bibe.

Çalakiyên ku li Ewropayê pêk tên tevî civaka kurd gelek kesên din ji derdorên cuda, ji çand û nasnameyên cuda jî tev li van çalakiyan dibin.

Salvegera 41’emîn ku bi vî rengê cuda û bi tevlêbûna çand û nasnameyên cuda pêk tê tiştekî xwezayî ye û divê wiha be jî. Ji ber fikir û ramanên damezrînerê PKK’ê serok Apo ne tenê ji bo kurdan xîtabî girseya gerdûnî dike.

Tevgera Apoyî ango Partiya Karkerên Kurdistanê ji destpêkê ve xwe di hişmendiya teng de nehişt û di tekoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê de gava xwe ya pêşî berfireh avêtibû û xwe di çembera neteweyî de bi sînor nekiribû. Ji bo gelê Kurdistanê li kêleka çareseriya ji bo pirsgirêka neteweyî û demokrasîbûnê azadiya gelan û pirsgirêka demokrasiyê jî bi biryardarî xistibû nava hemû kar û têkoşîna xwe.

Dewletên serdest û mêtinger Kurdistan di navbera xwe de parve kiribûn, zext û zordarî li civakê dikirin. PKK’ê astengiyên li hemberî rizgariyê ji holê rakir û qeydên lingên civakê parçe kir.

Bi destpêka derketina PKK’ê bi tekoşîna xwe ya bi biryar di nava civaka ku xwedî çand û nasnameyên cuda ye nav û dengê de wê belav bû. Pêre sempatiya zarokên vê civakê yên qehreman jî li hemberî wê zêde bû û ji ber wan rastiya tevlêbûna nava refên vê rêxistinê dest pê kir.

Rêhevaltiya Serok Apo ya bi kesayetên wekî Hakî Karer û Kemal Pîr re jî li ser rastiya vê bingehê hate avakirin. Ev rastî û rêgeza wan bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê hatin neqişandin.

PKK’ê di amadekariyên piştî ku 42 sal li pey xwe hiştin hîn jî ji berê bêtir xwediyê vê rastiya xwe ya dîrokî ye.  Fikir û ramanên serok Apo di vî warî de bandora xwe li ser gelên Sûriyeyê jî kir, ji wir jî ji bo gelên Rojhilata Navîn û dinyayê bû çavkanî. Her wiha mirov dikare bêje ku şoreşa Rojava ji warê pêkanîna şoreşa li parçeyekî Kurdistanê derket û bû şoreşa gelan. Bi vê yekê roja 1’ê mijdarê bû Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’yê mijdarê jî wekî ‘Roja Têkoşîna Rojava ya Cîhanê’ hate pejirandin.

Di sala 1989’ê de bi hilweşîna sosyalîzma rasteqîn re li tevahiya dinyayê hêzên û tevgerên sosyalîst, têkoşer û demokrat bibûn hedef ji alî tevgerên kapîtalîsta modern, lîberalîzm û nîjadperestan.

Qelemşorên modernîteya kapîtalîst têkçûna sosyalîzma rasteqîn wekî dawiya ‘cîhanê’ û ‘bîrdoziyan’ îlan dikirin. Bêgûman ev êrîşên ku li hemberî sosyalîzmê pêk dihatin morala gelên bindest, çînên ku rastî mêtingeriyê dihatin û derdorên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşiyan xirab dikir.

Şoreşa Rojava roleke wiha girîng lîst ku piştî demeke dirêj di hemû eniyan de şoreşa li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst hişt ku ji nû ve têkoşer, demokrat, hêzên sosyalîst bi dengekî bilind li hemû cîhanê têkevin nava liv û tevgerê. Her wiha vê şoreşê moral û motîvasyon daye wan hêzên şoreşger û demokrat li hemû dinyayê. Wekî din jî ji ber wê rastiyê em dibînin ku hêzên sermayedarên kûrewî û hevkarên wê îro ji her alî ve êrîşê dibin ser PKK’ê.

Ger mirov bi baldarî bişopîne derdikeve holê ku hêzên xwedî sermayeya kurewî û hevkarên wan rasterast PKK’ê hedef digirin. Hêzên ku di navbera wan de nakokî hene û pev diçin, dema mijar dibe PKK tên li gel hev. Mirov nikare vê helwesta wan bi awayekî hêsan bigire dest û binirxîne. Ev bi temamî felsefîk û bîrdozî ye. Ev têkoşîna navbera hêzên modernîteya kapîtalîst û gelên bindest û bi mêtingeriyê re rûbirû dimînin û jiyana azad û demokratîk dixwazin û her wiha bi kurtasî kesên paradîgmaya modernîteya demokratîk dihewînin xwe dide der.

Divê em salvegera PKK’ê li gorî van rastiyan pêşwazî bikin. Ji aliyekî din ve di serî de ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê, sosyalîst, şoreşger, demokrat û hêzên azadîxwaz divê bi vê hişmendiyê tevbigerin ku têkoşîna PKK’ê di heman demê de rastiya wan û xwestek û bêrîkirina wan jî temsîl dike.  Divê bi sloganên bijî PKK dakevin kolanan divê li gorî bangên xwe yê azadiyê, demokrasiyê û sosyalîzmê tevbigerin û girêdana xwe ya bi wan nirxan re nîşan bidin.

Tevgera Apoyî di salvegera 46’emîn de û PKK jî di salvegera 41’emîn de ye û di encama pratîka evqas sal de ispat bû ku bidestxistina azadî, demokrasî û sosyalîzmê pêkan e. Tenê bi ispatkirinê nemaye her wiha pêwendiyên paradîgamaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk aniye cih û bi gavên şênber xistiye meriyetê. Şoreşa Rojava bi qasî ku şoreşa jinan her wiha şoreşa kurd, ereb, asûrî-sûryan, ermenî, tirkmen, çerkez, misilman, xirîstiyan, êzidî û hwd e.

PKK’ê, li ser ronahiya rêya Serok Apo dest bi meşa azadiyê kir, soza ku dê her girêdayî şehîdên nemir ên di vê oxirê de jiyana kirin feda bimînin û her xwedî li wê soza xwe derketiye. Ew niha dikeve salvegera 42’yemîn dê di salên piştî wê de jî têkoşîn bi biryardarî berdewam bike.

41’emîn salvegera PKK’ê li gelê Kurdistanê, Rojilata Navîn û dinyayê pîroz be!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar