Sala nû bi zeman dest pê kir. Piştî zemkirina ceyranê zeme anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê jî. Sendîkaya Karsazên Îstasyonên Îqmala Gaz, Sotemenî û Enerjiyê ragihand ku benzîn, motorîn û LPG hatine zemkirin. Benzîn bi bihayê 61 qurîşan, mazot bi bihayê lîreyek û 29 qurişan û gaza ji bo wesayîtan jî bi bihayê 78 qurişan hatin zemkirin.