Li Herêma Kurdistanê sala nû ya xwendinê destpê kir. Li gel hatina dema xwendinê, hîn pirsgirêka zimanê xwendinê çareser nebûye. Ji ber ku li dibistanên taybet ku hêjmara wan 300 in dibistan in, zimanê Ingilizî sereke û zimanê kurdî jî duyemîn e
Li Herêma Kurdistanê salane demsala xwendinê ji nîvê meha îlonê heta destpêka meha cotmehê destpê dike. Îsal jî bi biryara Wezareta Perwerdeyê di 21’ê îlonê de zengilê sala nû ya xwendinê lê da.
Li gorî daneyên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê zêdetirî milyonek û 700 hezar xwendekar li dibistanên seretayî heta amadeyî dixwînin. Salane zêdetirî 100 hezar xwendekarên nû li refên yek tên wergirtin.
Ji bo sala 2018 û 2019’an zêdetirî 120 hezar xwedekar ji bo qoxana yekemîn hatibûn wergirtin.
Li Herêma Kurdistanê yek ji pirsgirêka xwendinê, kêmbûna avahiyên dibistanan in. Li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê tenê 6 hezar û 734 dibistanên girêdayî hikûmetê hene. Lewma li hinek dibistanan rojane du dewam û li hinekan jî sê dewam tên kirin.
Dibistanên taybet jî li gel dibistanên hikûmetê di nava pêşbaziyê de ne. Niha 300 dibistanên seretayî heta amadeyî yên taybet hene û destûr ji Wezareta Perwerdeyê girtine.
Piraniya dibistanên taybet, ên tirkî, brîtanî, amerîkî û Koreya Başûr in. Zimanê sereke jî îngîlîzî û tirkî ne. Li her dibistanekê salane nirxê her xwendekarî ji hezar dolarî destpê dike heta zêdetirî 10 hezar dolarî diçe.
Bi hatina demsala nû ya xwendinê re li dibistanan xwendina bi zimanê îngilîzî bû rojeva pisporên perwerdeyê û metirsîdar dibînin. Lewma di 19’ê tebaxa de Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd biryara dersên Birîkarî û Zanistî ya bi îngilîzî ku di sala 2015 û 2017’an de destpekirî bû hilweşand. Lê ev biryar wê tenê li dibistanên hikûmetê bikeve miryetê û li dibistanên taybet pêk neyê.
Bandora zimanên biyanî
Mamosta û şêwekarê perwerdeyê Şanaz Yasîn têkildarî bandora zimanê biyanî ya li ser zarokan axivî û ev tişt anî ziman: “Dema malbat zarokan di destpêkê de dişînin xwendinê, ji ber sedema ku zimanê zanistî zêdetir îngilîzî ye, dayik û bav hewl didin zarokên xwe bişînin wan dibistanên ku lê zimanê îngilîzî tê xwendin. Lê ev bandoriyek neyînî li ser zarokan dike. Gelek caran wiha lê tê ku zarok li mal jî bi kurdî neaxive. Ev jî bandorî li ser zarok dike ku çand û zimanê xwe ji bîr bike. Zêdetir çand û zimanê biyanî nas bike.”
Di zarokan de hestên welat û civakê namîne
Di axaftina xwe de Şanaz Yasîn bal kişand li ser sedama şandina zarokan ên dibistanên taybet û wiha got: “Li dibistanên taybet zêdetir girîngiyê didin zarokan. Lê divê lêkolînê li ser tenduristiyan wan an jî nebûna girîngiyê were kirin. Lê dibistanên hikûmetê kêmtir girîngiyê didin. Lewma zarokên xwe dişînin dibistanên taybet. Ew jî zêdetir girîngiyê didin ziman. Ev jî wiha dike ku hestê welat û civakê nemîne. Zarok zêdetir xwe bi biyanî dibinin.”
Mamoste dibistanan boykot kiribûn
Li Herêma Kurdistanê par ji ber sedema kêmkirina mûçeyan û nedayîna mûçeya di dema xwe vekirina dibistanan de mamosteyan dibistanan boykot kirin. Ev yek jî pirsgirêkên sereke bû. Bandoriyek neyînî li ser sîstema xwendinê kir. Piştî rakirina paşkefta mûçe, heta niha mamostayan tenê 7 mûçeyên bêyî paşkeft girtine. Lê tê payîn ku îsal dê sala xwendinê bêyî boykota mamosteyan bi dawî bibe. Ji ber sedema nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ya li ser neftê îhtimal heye ku ji ber Bexda mûçe neşîne, her çend mehan carekê mûçeyên mûçexweran were dayîn. SILÊMANÎ