Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...
Pazar - 21 Temmuz 2024

Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Salih Muslim: Ocalan dikare di çareseriya Sûriyeyê de rolekî aktîf bilîze

Salih Muslim da zanîn ku di pêvajoya niha de li hêlekî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê bêbandor dikin û li hêla din li dijî bîrdoziya wan têkoşîneke xurt dimeşînin. Muslim destnîşan kir hêzên herêmî di serî de jî Tirkiye, DAIŞ’ê weke amûr bikartîne. Muslim peyamên Ocalan ên ji bo Sûriyeyê bi erênî nirxand û daxuyand ku divê Tirkiye jî li hemberî îrade û hesasiyetên gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê rêzdar be

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî geşedanên dawî û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsên Arti Gerçekê bersivand. Muslim da zanîn ku hin alî çeteyên DAIŞ’ê weke hincet nîşan didin û dixwazin li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîşên terorî pêk bînin.

Salih Muslim got ku piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê têk çûn, pêvajoyeke nû li herêmê dest pê kiriye. Muslim diyar kir ku ev yek ji hêla fermandarên HSD’ê ve jî bi taybetî hatiye destnîşankirin û wiha domand: “Weke otorîte, DAIŞ herî dawî li Baxozê tune bû. Di pêvajoya nû de divê şaneyên razayî yên rêxistinê bên paqijkirin. Bi taybet jî tevî li rojavayê Firatê, li herêmên di bin kontrola Rûsyayê û rejîmê de hê jî baregehên wan hene. Her wiha ji bajarê Ambarê jî dikevin herêmê. Li hemberî vê jî tedbîrên mayînde tên girtin.”

‘Tirkiye DAIŞ’ê bikartîne’

Di berdewamê de jî Muslim daxuyand ku şerê li dijî DAIŞ’ê hîn didome û ev nirxandin kir: “Di vê pêvajoyê de em bûn şahid ku kengî derfetê bibînin êrîşên sûîqestê, yên bombeyî û întîharî pêk tînin. Di pêvajoya heyî de em di heman demê li dijî bîrdoziya DAIŞ’ê şer dikin. Em dikarin bibêjin heta niha encamên erênî hatine bidestxistin. Lê rewşeke ku mirov pir xemsar nêz bibe jî nîne. Sebir û biryardarbûn pêwîst e. Bi taybet jî hin aliyên ku DAIŞ’ê bikartînin û yên ji vê sûd digirin hene. Ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk, DAIŞ’ê û hêzên radîkal ên terorî bikartînin. Di serî de jî Tirkiye vê yekê dike. Li Idlibê hat dîtin bê ka Tirkiye çi dike. Çiqas hêzên terorî hebin li wir kom kirin û bikartîne. Divê di serî de ji vê pirsgirêkê re çareserî bên dîtin û pêşî lê bê girtin.”

Peyamên Ocalan

Muslim di berdewamê de jî bal kişand ser peyama Ocalan a têkildarî Sûriyeyê û wiha derbirî: “Birêz Ocalan bi rêya parêzerên xwe got ku ger derfet bê dayîn dikare di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de di serî de pirsgirêka kurd, di çareserkirina pirsgirêkên din ên Sûriyeyê de rolekî erênî bilîze. Her wiha birêz Ocalan diyar kir ku fikir û pêşniyarên wî yên çareseriyê, dikare aloziya Sûriyeyê çareser bike. Bi taybet jî balê dikişîne ser mafên kurdan û destnîşan dike ku divê mafên kurdan û pêkhateyên din ên bingehîn, bi makeqanûnê bên mayîndekirin.”

‘Rola Ocalan pir erênî û bi nirxe’

Di berdewamê de jî Muslim daxuyand ku rola erênî ya Ocalan a di çareserkirina pirsgirêkên Sûriye û Rojhilata Navîn de pir girîng û bi nirx e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwaza birêz Ocalan di heman demê de daxwaza me jî ye. Birêz Ocalan parastina mafên rewa yên gelan esas digire. Ev yek mîrateyeke ji bo gelên Rojhilata Navîn. Bi vê sedemeyê ku gelên Rojhilata Navîn birêz Ocalan weke ‘Rêberê gelan’ pênase dike û wisa dipejirîne. Ez di wê baweriyê de me ku birêz Ocalan dê di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de rolekî aktîf ê erênî bilîze. Dewletên ku hewl didin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin, tenê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev jî li pêşiya çareseriyê astengî ye. Lê Rêber Apo bi fikrên xwe yên demokratîk, bi nirxandin û pêşniyarên xwe dikare rewşa heyî biguherîne.”

Zîhniyeta dewleta tirk a li dijî kurdan

Herî dawî jî Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya PYD’ê Salih Muslim qala gotina Ocalan a ‘Hesasiyetên Tirkiyeyê jî ber çav bigirin’ kir û ev tişt anî ziman: “Ji roja destpêkê ve em bi baldarî nêzî hesasiyetên Tirkiyeyê dibin. Lê divê Tirkiye jî bi baldarî nêzî hesasiyetên me bibe û bipîvan be. Heta niha li dijî tu kesî tu caran hewldaneke me ya êrîşê çênebûye. Em dijminatiya ku li hemberî me tê kirin bi tu awayî qebûl nakin. Banga birêz Ocalan a ji bo hesasiyetên Tirkiyeyê, di heman demê de ji bo Tirkiyeyê jî peyamek e. Tirkiye hê jî li gorî zîhniyeta ‘Kurdê herî baş ê mirî ye’ tevdigere. Divê êdî vê zîhniyetê biterikînin û rêzê nîşanî îradeya kurdan bigirin. Êrîş, dagirkerî û gefên Tirkiyeyê yên li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya binpêkirina van hesasiyetan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar