Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salih Muslim: Peyama Ocalan moral da me

Salih Muslim têkildarî peyama Ocalan a der barê HSD’ê û çareseriya Sûriyeyê axivî. Muslim got ku ew girîngiyê didin nêrînên Ocalan û ev nirxandin kir: “Peyama Ocalan nîşan da ku em di rêya rast de ne. Em ji Tirkiyeyê re gef nînin û hesasiyet bi rêzgirtina li hemberî hev pêkan e. Ger Tirkiye ji Efrînê vekişe û dawî li gefên xwe bîne, em dikarin bi hêsantir li hev bikin.”

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan, di 2’yê gulanê de li Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîn. Ocalan û sê girtiyên pê re, ji bo raya giştî metneke hevpar amade kiribûn û ev metn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji hêla parêzeran ve bi raya giştî re hatibû parvekirin. Yek ji mijarên ku di metnê de qala wê dihat kirin jî gotinên der barê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû. Di vê beşê de wiha dihat gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên li Sûriyeyê divê di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û ji çanda pevçûnan dûr bên çareserkirin. Li gorî pozîsyon û rewşa ku tê de ne, divê armanc ew be ku pirsgirêkên heyî li gorî perspektîfa demokrasiya herêmî ku di Qanûna Bingehîn de hatiye mîsogerkirin û di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bên çareserkirin. Bi vê boneyê divê li hemberî hesasiyetên Tirkiyeyê jî hinek baldar bin.” Der barê gotinên Ocalan, berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji MA’yê bi Nazim Daştan re axivî.

Salih Muslim di serî de destnîşan kir ku li gorî nêrînên Ocalan, ew di rêya rast de ne. Muslim diyar kir ku hesasiyet, bi rêzgirtina li hemberî hev pêkane û wiha dom kir: “Nêrînên Ocalan gelekî kûr in. Ocalan Sûriye û Rojhilata Navîn baş nas dike û nêrînên wî ji bo me girîng in. Em gotinên Ocalan di pratîkê de pêk tînin û çareseriyeke ku hevgirtina Sûriyeyê ya bi Destûra Bingehîn hatiye mîsogerkirin, dixwazin. Em dixwazin statuya herêma me fermî bibe. Em ê ewqas bi hêsanî dev ji axa xwe ya ku me ji bo wê pir bedel dane, bernedin. Peyama Ocalan moral da me.”

‘Hemû çete ji Tirkiyeyê derbas bûn’

Di berdewamê de jî Muslim daxuyand ku bakur û rojhilatê Sûriyeyê tu caran ji dewleta tirk re nebûne gef û wiha got: “Tişta ku Ocalan jê re dibêje; ‘hesasiyetên Tirkiyeyê’, em bi rêzdarî pêşwazî dikin. Em ji wan re nebûne gef û ev ji bo me xalekî hesas e. Lê rastî cuda ye. Ji ber ku hemû çeteyên êrîşî me dikin, ji Tirkiyeyê derbas bûn. Roja ku me pergala xwe ava kirî heta niha em rastî her cureyekî gefan tên. Bi gotinên xwe hewl didin pergala me terorîze bikin. Ev hemû jî bi nêzikatiya Tirkiyeyê pêk tên. Em hêvî dikin ku ew jî ji daxwaza Ocalan re rêz bigirin. Wê demê em ê hêsantir li hev bikin.”

‘Divê dewleta tirk ji Efrînê vekişe’

Muslum bi lêv kir ku dikarin bi dewleta tirk re bên cem hev û wiha bi dawî kir: “Lê divê rewşa Efrînê û gefên li dijî me bên zelalkirin. Efrîn hatiye dagirkirin û em vê qebûl nakin. Herêma me jî hem terorîze dike û hem jî dagir dike. Ger bi rastî jî çareseriyekî bixwazin, divê ji Efrînê vekişin û dawî li dijminatiya li dijî kurdan bînin. Li ser vê bingehê em dikarin nêzî hev bibin. Pirsgirêka kurd gelek aliyan eleqeder dike. Li her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêka herî mezin Tirkiye ye. Dixwazin êrîşî her derê bikin. Ger ku pirsgirêka kurd çareser bikira, êrîşî me jî nedikirin. Gelek rêyên çareseriyê hene lê di dawiya dawî de hemû rê digihijin deriyê guftûgoyê. Ev yek jî dê li Tirkiyeyê rê li ber hewayekî erênî veke.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar