Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê nîqaşên li ser pirsgirêka kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê meşandin de, pirsên nûçegihanên ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û Sîma Birokê bersivand.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li ser pirsgirêka kurd ev demeke nîqaş tên meşandin. Daxuyaniyên desthilata tirk çêbûn. Li aliyekê behsa çareseriyê û diyalogê dikin, lê li aliyê din dibêjin “Pirsgirêka kurd tune ye, em ê li hemû cure çekan êrîş bikin”. Ji xwe êrîş jî dikin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin guhertin in. Hinek dibêjin ‘li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê siyemîn heye’, ev rast e. Di her şerekî cîhanê de guhertin çêbûne, şerê niha jî guhertina sîstemê bi xwe re tîne. Di şerê cîhanê yê yekemîn de dewlet û netew derketin, di şerê cîhanê yê dûyemîn de cîhan bû du alî, ji 1990`î û şûn de ev pergal hilweşiya, lewma sîstemek pêwîstî bû. Niha ji viya re dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn. Di vê sîstema nû de dibe ku gelek tişt bên guhertin. Dibe ku serwerî, sînor, dewlet-hikûmet û hwd. bên guhertin. Ji 2010`an ve ev pêvajo didome û tiştên niha li Rojhilata Navîn diqewimin, di vê çarçoveyê de ne. Hêzên ji vê projeyê re asteng in ji holê tên rakirin. Yek ji wan Hamas bû, Hîzbûllah bû.
Tirkiye jî van tiştan dibîne. Erdogan dibejê `Îsraîl dê êrîşî me bike`. Di aliyê erdnîgariyê de ev ne mimkûn e, lê Erdogan naxwaze bibêjê ‘cîhan tê guhertin’. Şertên Rojhilata Navîn vê yekê ferz dikin. Tirkiye ev 10 sale şerê xwe yê li dijî kurdan nesekinandiye. Rêberê Gelê kurd û aqilmendên kurdan ji wan re digotin, ‘Eger pirsgirêka kurd çareser bikin, dê kurd jî, tirk jî biser bikevin; tu dikarî bibî hêzeke mezin a Rojhilata Navîn.’ Lê guhdar nekirin. Niha fêm kirine ku hem guhertin pêwîste hem jî eger pirsgirêka kurd çareser nekin wê nikarin tiştek bikin. Ji ber şerê 10 salan di aliyê aborî, siyasî, dîplomasî de gihîştiye îflasê. Mecbûre ku rêyeke çareseriyê bibîne. Rê, çareseriya pirsgirêka kurd e, lê heta niha xwe îkna nekirine.
Gelek gotin û axaftin kirin, lê heta niha tenê slavdayînek çêbûye. Derveyî vê gaveke pratîkî nehatiye avêtin. Çi gotinan bikin, jî roja din înkar dikin. Me 2015`an di pêvajoya Dolmabahçeyê de dît. Wê demê keyfa wî nehat û lingê xwe li masê da, giştî serûbînî hev kir. Divê kurd ji tecrûbeyên xwe fêr bibin. Di dema Turgut Ozal de jî hinek gotin kirin, lê vegeriyan, di sala 1993`an de pêvajoyek hebû, lê tirkan xiraba kir. Sala 1998`an di dema Erbakan de dîsa hewildanek hebû û dîsa faşîzma tirk xirab kir. Pêvajoya Oslo û 2015`an de heman tişt çêbû. Divê em ji van ders bigirin. Rast e şert û mercên derve û yên hundir wana mecbur dikin ku gavekê bavêjin, lê lîstikên Osmaniyan xilas nabin. Heta niha di pratîkê de tu gav nehatine avêtin.
Di dema ku pêvajoya şoreşa Rojava destpê kiribû de jî rayedarên Tirkiyeyê hinek gotinên wekî van gotibûn. Hûn vexwendibûn Enqereyê, lê piştre jî hûn û partiya we wekî “terorîst” pênase kir. Eger ew dem û ya niha bên nirxandin hun dikarin çi bêjin?
Di pêvajoya 2013, 2014, 2015`an de, em nû wekî hêz derdiketin pêş. Hêzên navnetewî em nas nedikirin. Şerê me bi Cebhet El-Nûsra, Îxwan û hwd. re bû. Tirkiyeyê ew ajotibûn ser me. Wê demê Tirkiyeyê em nû nas dikirin, digotin ‘komek nû hatiye avakirin’. Ji ber wê dixwest meseleyê berevajî bikin. Digot, `ez ê gazî wan bikim, wan re tevbigerim, di guhertinên li Rojhilatê Navîn çê çêbibin ez ê wan razî bikim, henekên xwe li wan bikim û tevlî Îxwan bikim.` Hewildanên wan ev bûn. Wê demê ez, Heval Îlham Ehmed û Asya Ebdullah çûn Enqere û Stanbolê, em bi wan re rûniştin. Dîtin ku em nakevin bin baskê Îxwan û li Sûriyeyê xeta sêyem hilbijartiye, wê demê em hemû kirin `terorist`.
Gelo rewşa niha dişibe wê demê?
Lîstik e. Wê demê jî lîstik bû niha jî wiha ye. Dibe ku lîstik cûda bin, yanî di mijara kurd de wê çiqasî bikaribin kurdan ji armancên wan dûr bixin û tiştekî nedin; bi wan bikenin, li pêşiya ragihandinê bibêjê ‘me wiha kir’ lê ser erdê tiştekî nekin. Wê demê ev lîstik li ser Rojava tenê hebû, lê niha li ser tevahî kurdan e.
Di vê demê de Rêber Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî û peyamên girîng dan. Hûn vana çawa dinirxînin?
Hevdîtin mafê serok û gelê kurd e, piştî 4 salên îzolasyonê hevdîtin pêk hat. Ji bo me û ji bo gelê me ev gelekî girîng e, fikara me li ser tenduristiya Rêber Apo hebû. Silavên xwe ji gelê xwe re dişîne û pêvajoyê jî dişopîne. Dibêje ‘derfet çêbibin, hêza min a teorîk û pratîk heye.’ Hêza wî ya navneteweyî heye, dinya giştî lê dinêre.Êdî li ser aliyê din dimîne, heta kîjan astê duristin, wê diyar bibe.
Li gorî we dewleta tirk wê gav bavêje yan na?
Çare tune ye; şertên derve û hundir vê yekê li ser wan ferz dike. Kilît bi Rêberê Apo re ye. Lîstikên Osmaniyan jî hene; dixwazin kêm bikin, dixwazin tine bikin. Lê xilasiya wan bi Rêber Apo re ye. Ew dem hatiye, êdî nikarin destê xwe lê bixin bêjin `em qebûl nakin.` Niha dibêjin, ‘Ez çi qasî karim hindik bidim û wan bi tişta kêm razî bikim’.
Ji bo ku çareseriyek çêbibe yan jî pêvajoyek bi tenduristî pêk were pêwîstî bi çi heye?
Divê derfet ji Rêber Apo re bên çêkirin ku bi awayekî azad danûstendinên bi mirov, gel û tevgera xwe re bike. Ger ev tunebe, ji xwe nabe, wê demê em nikarin behsa pêvajoyê bikin. Ev pêwîstiyek e. Ji bo ku pêvajo bê meşandin, divê derfet çêbibin. Ger ku hûn aştiyê dixwazin divê destpêkê derfetê bidin Rêber Apo.
Tê bîra min, di pêvajoya Dolmabahçeyê de Rêbertî isras dikir ku pirsgirêk here meclisa Tirkiyeyê. Ji ber hem fermiyetê digire û hem jî gel giştî nîqaş dike. Divê di meclîsê de bê nîqaşkirin, gelê kurd wekheviyê dixwaze tiştekî din naxwaze.
Bi pêşdîtina we wê rewş ber bi ku ve biçe?
Pêvajoya niha li cîhan û Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêka kurd ferz dike. Ger ku li Rojhilata Navîn; Sûriye, Tirkiye û cihên din aramiyê dixwazî, divê tu pirsgirêkên xwe çareser bikî. Hêzên navnetewî jî hêzên herêmî ev yek dîtiye. Tu çiqas lîstikan bikî, dê ewqas dereng bikevî. Derengîhiştin jî nebaş e. Divê çareser bibe. Çawaniya çareseriyê jî li ser gelê kurd û gelên din dimîne. Dibe ku lîstik hebin, lê divê em xwe şaş nekin. Gelê kurd di dîrokê de gelek caran hate çewisandin, lê pêşengtiya mirovatiyê jî kiriye. Niha dîsa gelê kurd û gelên din bi hev re yekîtiyê, aramiyê çêdikin. Em li Rojhilata Navîn pêşengên demokrasiyê ne, lewma îro roleke dîrokî ji me tê xwestin. Hêzên navnetewî jî bi vê hesiyan e. Divê em li gorî vê heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin.