Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Salîh Tekîn ê hat berdan li malê çalakiya xwe didomîne

Endamê HDP’ê Salîh Tekîn ê li avahiya HDP’a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û hat girtin çend roj berê hat berdan. Tekîn niha çalakiya xwe li mala xwe didomîne

Endamê HDP’ê Salîh Tekîn li avahiya HDP’a Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di serdegirtina polîsan de Tekîn hat girtin. Tekîn di 5’ê nîsanê de hat berdan û niha li mala xwe greva birçîbûnê didomîne.

Tekîn li gel Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salih Cansever, Îsmer Yildiz û Bîlal Ozgezer di 3’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di serdegirtina polîsan de li Tekîn, Yaşar, Cansever, Yildiz û Ozgezer ji ber greva birçîbûnê cara duyemîn hatibûn binçavkirin. Tekîn jî li gel hevalê xwe bi îdaya “endamtiya rêxistinê” di 12’ê adarê de hatibû girtin. Tekîn ê ji roja hatiye girtin ve dest ji çalakiya xwe berneda û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jî çalakiyê didomand di 5’ê nîsanê de hat berdan.

‘Bi biryar im’

Tekîn ê ku piştî hat berdan li mala xwe çalakiyê didomîne ji Ajanda Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê seknek ehlaqî û polîtîk e û çalakiya wan di heman demê de qonaxek ku li Tirkiyeyê pêşî girtina xetimandinê dê vebike ye. Tekîn da zanîn ku li Tirkiyeyê hiqûq û mirovahî ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya birêz Leyla Guven da destpêkirin di heman demê de bersivek li dijî bêhiqûqiyê ye. Pêwîstbû li dijî vê faşîzmê mirov bibûya dengek. Biryara min bi vî awayî ye û ez bi biryar im bidomînim.”

Tekîn got heta tecrîd bi dawî nebe dê dev ji çalakiya xwe bernede. Tekîn got ku ew nêzî mehekê li girtîgeha Amedê maye û girtiyên li wir ên destpêkê gelek zeîf bûne û rewşa wan nebaş e.

‘Divê her kes bertek nîşan bide’

Tekîn da zanîn ku ji 1999’an ve li ser Ocalan tecrîd didome û wiha got: “Birêz Leyla Guven heqîqet, awêne û wîjdana vî welatî ye. Tecrîd ne hiqûqî û ne ehlaqî ye. Tecrîd sûcek mirovahiyê yê netewî û navnetewî ye. Divê her kes bertek nîşanî sûcê mirovahiyê bide.” Tekîn diyar kir ku divê grevên birçîbûnê ji aliyê her kesî ve baş bê xwendin û li Tirkiyeyê vekirina rêyên demokratîk û pêkhatina aştiyê girêdayî rakirina tecrîdê ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar