Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Salîha Aydenîz: Geşedanên heyî li kurdan yekitiyê ferz dike

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku avakirina bloka demokratîk a kurdan dê hem ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hem jî ji bo kurd xwe bi xwe birêve bibin pêwîstiyeke mezin e. Aydenîz da zanîn ku di rewşa aloz a herêm û cîhanê de ger ku kurd yekitiya xwe ava nekin dê destkeftiyên xwe yên heyî jî winda bikin

Xebatên ji bo avakirina yekitiya neteweyî  ya gelê kurd berdewam dikin. Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji MA’yê bi Mehmet Şah Oruç re axivî.

Salîha Aydenîz di serî de parçebûna kurdan weke ‘dagirkeriya dewletan’ pênase kir û anî ziman ku welatên bi pirsgirêka kurd re muxatab in, tu caran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li ser bingeha wekheviyê nêz nebûn û çareserî nebijartî ne. Aydenîz diyar kir ku dewleta tirk, Îran, Iraq û Sûriyeyê li şûna ku pirsgirêkê çareser bikin, polîtîkayên înkar û pişaftinê meşadine û wiha got: “Hem dewletên cîran û hem jî yên bûn sedema parçekirina xaka kurdan, her tim hewl dane dagirkeriya xwe bidomînin.”

Avakirina bloka demokratîk a kurd

Di berdewamê de jî Aydenîz destnîşan kir ku geşedanên îro li herêm û cîhanê rû didin ji bo kurdan firsendin û wiha domandin: “Li hêlekê jî xetere ne. Ev krîzên pergala kapîtalîzmê ku li Rojhilata Navîn xwe dide der, pêşî li mafên xwezayî yên kurdan digirin. Li dijî van geşedanan jî hewcehî bi yekitiya neteweyî ya kurdan heye. Ger ku yekitî ava bibe dê kurd ji rewşa heyî bikarin sûd wergirin. Erdnîgarî û siyaseta kurdan parçe parçe bûye. Ji ber vê jî avakirina blokeke demokratîk a kurd, hem ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û hem jî ji bo kurd xwe bi xwe birêve bibin pêwîstiyeke mezin e. Kurd divê rêya xeta sêyemîn bişopînin.”

‘Kurd krîza heyî baş dixwînin’

Bi domdarî jî Aydenîz bi lêv kir ku divê gelê kurd û rêxistinên wan ji vê pêvajoya dîrokî dersên dîrokî derxin, bi hestiyarî tevbigerin û ev nirxandin kir: “Konjonktura li Rojhilata Navîn li pişt kurdan e. Kêmasiyên kurdan hene lê krîza heyî herî baş kurd baş dixwînin. Kurd hêza sereke ne. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi saya bedelên giran destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Pêvajoyeke erênî ji bo kurdan heye. Lê qelsiya herî mezin a kurdan, nebûna yekitiyê ye. Divê rêxistinên siyasî yên kurdan bibin yek. Di navbera gel de pirsgirêk nîne. Sedema rewşa parçebûyî rêxistinên siyasî ne. Di demên dawî de biryardariyeke mezin a rêxistin, tevger û saziyên kurdan ji bo yekitiyê heye.”

‘Rewşa heyî yekitiyê ferz dike’

Herî dawî jî Aydenîz ev tişt anî ziman: “Rewşa heyî li kurdan yekitiyê ferz dike. Heke kurd di vê pêvajoya dîrokî de nebin yek, dê derfetên heyî jî winda bikin. Parastina destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê jî bi yekitiyê ve girêdayî ne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar