Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Şaltêr ket!

Raya giştî ya cîhanê hîn jî di şoka Afganistanê de ye. Fêm nakin yan jî naxwazin fêm bikin ku Talîban çawa karî vî karî bi ser bixe.  Ev derdorana tişta ku naxwazin bibînin ev e; hikûmet û dewletên wan vî hûtî mezin kirin. Destpêkê ji bo nifûza Rûsya û Çînê bi sînor bikin Talîban çêkirin, di nava demê de jî ji bo van rojan xwedî kirin.

Doktrîna dewletên ku temsîla hegemonya cîhanî dikin hûtîn bi vî awayî timî ji bo ‘çovekî’ li dijî civakên xwe jî bi kar tînin.  Em bînin bîra xwe; di destpêka salen 2000’î de li Brîtanya û Amerîkayê bi destê van hûtan li welatên xwe êrîşên mezin bi wan dan kirin. Li Brîtanyayê êrîşa li metroya Londonê û li Amerîkayê jî li dijî cotebarûyên finanse mînakên mezin in.

Brîtanya û Amerîkayê li pey hev di bin navê ‘soza welatparêziyê’ qanûnên hişk derxistin. Bi van qanûnan dewletên navborî xwe zêdetir ji qada xizmeta civakî vekişandin. Di bin navê zeximkirina ewlehiyê de butçe ji bo şer û tepeserkirina muxalefetê hat xerckirin.  Ew qanûn bi revîzyonên nû hîn jî di meriyetê de ne. Îcar ne bi tenê li van welatan li Ewropayê giştî jî rewş bi vî awayî ye.

Ji bo ew ‘soz’ bêyî lêpirsîn di meriyetê de bimîne, ji wan re tim Talîban lazim in. Ji wan re tim rejîmeke weke rejma tirk lazim e. Ji ber ku encax bi vî awayî bikarin civakên xwe di kontrolê de bigirin. Di proseya şewba coronayê ‘Covîd 19’ de tiştekî ku hisab nedikirin pêk hat. Ji bo pêşî li belavbûna şewbê bigirin rabûn deriyan girtin. Mirovan li malên wan girtin. Lê xelkê ku li malên xwe hepsî man, dest bi lêpirsîna vê çerxa şaş a pergalê kir.

Civakê nerazîbûna xwe bi dengekî bilind anî ziman. Bi ser şewbê de dîsa ji ber endustriyalîzma bêrehm a kapîtalîzmê karesatên mezin pêk hatin. Li aliyekî şewat li aliyê din lehiyên mezin; bajar daqurtandin. Şaltêra pergalê hat ber ketinê. Ji bo şaltêr nekeve  ji wan re estrumanek lazim bû. Ev estruman jî li ber sere wan bû; Talîban û rejîma tirk.

Di civîna NATO’yê de ku beriya demekî li Brukselê pêk hat, nizama muesses a Amerîkayê ji devê Biden got: “Em ê vegerin.”  Îcar derket holê ku vegera wan bi Talîbanê û dostê wê Erdogan bû. Niha ji bo civakên xwe bi ‘mêrên şevê’ Talîban û Erdogan hinekî din dikarin bitirsînin-kedî bikin.

Denklema wan basît e; Civaka ku dest bi lêpirsînê kir, lazim e bi hin tiştan were mijûlkirin/tirsandin.  Ji bo tirsandinê jî hûtan çêdikin. Di bin navê şerê li dijî hûtan de îcar ‘vedigerin’ ser dikê.  Di navberê de hûtên xwe jî xwedî dikin. Hewce bike Afganistanê didin wan, hewce bike rê vedikin ku bi ser kurdan de bombe bibarînin.

Ev aliyekî hisabê wan e, aliyê din jî helbet mêtina li enerjî û dewlemendiya gelên  Rojhilata Navîn e. Ku di vir de jî dîsa her du estrumanên navborî di dewrê de ne. Herçî kurd in; ekseriyeta xwe bi saya fikr û ramanên Rêber Apo hay ji vê lîstikê heye. Ji ber wê jî ji berxwedana li dijî vê lîstika qirêjî re pêşengiyê dikin û bedêlên mezin jî didin. Kurdan şaltêra wan daxist. Ji lewma jî ji bo çîrokên xwe yên tirsê bibêjin, kurdan dikin qurbanî.

Nûçeyên Têkildar