Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Salvegera 23’yemîn a roja reş!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di Kurdistanê de çawa rojên girîng ên xweş û geş hene; weke Newroz, 15’ê Tebaxê û hwd. her wiha rojên reş û bextrêş jî hene yên vê serdema nû; weke 9’ê Cotmehê, 3’ê Tebaxa Fermana Êzîdhanê, Roja 15’ê Sibata 1999’an a plangeriya dîlgirtina Rêber Apo ye.

Bê guman rojên dilşewat ên qirkirina gelê Kurdistanê yên mîna Tertela Dêrsimê, Zîlanê, Agiriyê, Koçgîriyê, Helepçeyê, Enfalê, Şewata Sînemaya Amûdê, lidarvekirina Seyid Riza, Şêx Seid, Qazî Mihemed û hevalên xwe, Komkujiya Parîsê û hwd.gelek hene.

Li ser van rojan gelek axaftin hatin kirin û gelek nivîs hatin nivîsandin. Helbet ew ê hin jî werin gotin û werin nivîsandin. Lê ji vê girîngtir û watedardir ew e ku mirov ji van bûyerên mezin her yekê ji wan, li gorî wê demê mohra xwe li wê wextê dane, ji wan çawa dersan  derxe?

Mirov bala xwe bide rojên xweşî û şahiyan, ew jî bi saya serîhildan û berxwedanên lehengî ve, yên li dijî zilm û zordariya di rojên reş û xemgîn de derketine holê. Bi kurtasî di encama têkoşînek dijwar de, yan jî mirov dikare bêjê di encama tevgêra tolhildana gelên bindest de ew îradeya mezin a azad û xweser hatiye afirandin.

Lewma di vê mijara roja reş a 15’ê Sibatê de, vê carê dixwazim li ser vê xala tolhildanê, ji mêtingeran, dagirkeran, qirkeran û bi taybetî ji dewleta faşîsta a tirkan çend gotina bêjim.

Di destpêkê de weke tê gotin, her çendî li pêşî dewleta dagirker a tirkan xuya bike jî lê bê şik û guman ev plangeriyek/komployek navdewletî bû û hîn jî dewam dike. Ji DYA’yê heta Misir, Israil, Rûsya û hinek dewletên ewropayî ev plana xwedî armanca berfireh, bi hev re hûnandin.

Armanca sereke jî; di plansaziya dizayna sedsala 21’ê ya cîhanî de bibin xwedi para herî mezin.

Dikare were gotin, ma gelo çi peywendiyê vê mijarê bi plangeriya dîlgirtina Rêber APO re heye?

Erê peywendiyên wê gelek in. Ji ber ku van dewletên hegemonên cîhanê, asteng û kelemê herî mezin û xeter ê li peşiya plansaziya xwe ev Rêberî, ev bîrdozî û ev Tevgêr didît in! Ji bo sîstemên xwe weke alternatif/bedîl dît in!

Lewma ji bo vî kelemî ji pêşiya rêya xwe rakin, ev plangerî amade kirin û senaryoya wê dan destê dewleta tirk, da ku ew ji vê şanoyê re pêşkêşiyê bike.

Plan ewqas mezin bû ku agahiya Serokwezîrê tirk Ecevît jî jê tune bû! 6 meh derbas bûbû derket ber kamerayê TV’yê got; “wele heta niha jî ez nizanim çima ev APO teslîmî me kiri ne!”. Ji ber ku di nava dewletan de jî bi tenê çend kesên payebilind û yekser bi dewlet(ên) sereke yên hegemon ve girêdayî zanibûn, ev plangeriya rûreş a cîhanê! Êdî bi vê mînakê û gelek mînakên din, ev plan zelaltir dibû ku ev encamê amadekariyek çendî mezin û navdewletî ye.

Heke naverok û armancên sereke û her wiha plankarên vê plansaziya navdewletî bi zelalî neyê zanîn û neyê aşkerakirin, mezinbûn û xeteriya wê jî baş nayê naskirin û li dijî wê amadekariyên baş nikare were kirin. Ji van jî girîngtir, giraniya rûmet û mezinahiya bîrdozî û berxwedana Rêber APO jî baş nayê naskirin. Her wiha ew îradeya azad a xweragira demdirêj, bawerî û hêviya xurt a bi heval û gelê xwe ve girêdayî, baş nayê zanîn.

Dema ku bi giştî hat zanîn ev projeyeke navdewletî ye, wê demê êdî mirov dê baştir têbigihêje ku ev doz û têkoşîn jî dibe navnetewayî û cîhanî. Jixwe di vê derbarê de gelek gavên li pêş hatine avêtin û her bi pêşve jî diçe.

Îca ku ev têra xwe hatibe zanîn, divê li gorî pîvanê vê berxwedanê; di serî de mezinahiya berxwedan û ramyariya Rêber APO, heval û gelê serîhildêr û niştimanperwerên Kurdistanê yên şopdarên wî, xebat were meşandin. Da ku karibin bêjin “em layiqê Rêber û Şehîdên xwe ne”!

Dîsa jî kêm e. Divê mirov qîma xwe bi vêna tenê neyne. Heke di xebat û têkoşînê de xemsarî çêbibe û qada navneteweyî were jibîrkirin, doza gelê Kurdistanê nagihêje armanca xwe ya bingehîn û ew ê her bi xeterên mezin ve rûberû bimîne û di nava xof û xeteran de bijî.

Hêza dostên cîhanê yên navneteweyî; lingekî girîng e yê şoreşa gelê Kurdistanê û nabe ji nedîtî ve were dîtin. Erê hêza sereke û ya şoreş pişta xwe bispêrê; hêza gelê Kurdistanê ye, lê weke tê dîtin êdî ev doz, ne bi tenê neteweyî ye, êdî bûye navneteweyî. Mînaka herî berbiçav û şênber komploya navdewletî ya li ser Rêber APO pêkhati ye. Hemû kevneperestiya cîhanê û xiyaneta Kurdistanê nebûn yek? Lewma divê em jî hewl bidin, ji bo avakirina dostayî û piştgriya hev a nava gelên cîhanê.

Ji bo ku em tola plangeriya navdewletî bistînin û layiqî berxwedana qehremanî ya Rêberiyê û şehîdan bibin, divê em li gorî van pîvanên neteweyî û navneteweyî yên ku Rêberê me destnîşan kiriye bixebitin. Hingî em ê karibîn bi serbilindî bêjîn “em ê zindana Îmraliyê xera bikin, Rêberê xwe azad bikin, plangeriyê pûç derxin û Kurdistanek azad û xweser ava bikin”!

Nûçeyên Têkildar