Di 3.8.2014’an de, DAIŞ’ê êrîşî ser gelê me yê êzidî yê herêma Şengalê kir. Qirkirinek olî û netewî li ser gelê me pêk anîn. Bi hezaran kuştî û birîndar kirin. Bi hezaran keç û jin revandin. Yên li bazaran firotin, yên kuştin û yên hîn windane û çarenûsa wan ne diyar e!
Di salvegera 5’emîn a fermana qirkirina li ser gelê me yê êzidî de, divê em çawa şîrove bikin û divê em çi dersê jê derxin û çi helwestê nîşan bidin?
Di despêkê de divê mirov armanca vê fermana qirkirinê zanibe. Weke êdî di raya giştî de jî tê pejirandin; ku hem gelê me yê êzidî hem ola êzidî û hem bajarok û çiyayê Şengalê û bi taybetî xaka wê herêmê ya pîroz, bingeh û kaniya çand û hunera dîrokî ya gelê kurd bi giştî ye. Lewma ev herêma pîroz û dîrokî, her dem di armanca hêz û dewletên dagirker û desthilatdar de bû. Jixwe ji ber ewqas ferman û êrîşên giran û demdirêj ên qirkirinê, hejmarek pir hindik hatiye hiştin.
Bi van reseniyên xwe yên dîrokî, ev cih û war û civak, her dem, ji aliyê wan kevneperestên mijara gotinê ye, her weke hêzek potansiyel a aşbûn û demokrasiyê dihat dîtîn û li gorî zîhniyeta wan pergalên desthilatdar, diviya ev kelem ji pêşiya pergala wan were rakirin.
De îcar mijara ku herî pirtir ew hêzên dagirker û desthilatdar dida tirsandin jî, di vê serdema dawî de ba û bêhna bîrdoziya hemdemî ya Tevgera Azadiyê xwe gihand vê herêma pîroz bû!
Ji aliyê xwe ve, xwedanê wê zîhniyeta kevneperest a dijî mirovahiyê, mafdar bûn(!), ji ber ku ew ba û bêhna felsefeya hemdemî ya Rêber Apo, bi saya heval û rêberên weke Zekî Şengalî, li vê xaka pîroz dibûn weke bahoz û lehî û ev zîhniyeta kevnar a xirxote dajot sergoyê dîrokê!
Van dewletên dagirker û desthilatdarên cîhanî, bala xwe danê ku ev bîrûbaweriya hemdemî roj bi roj pêşve dikeve, dibe şoreş, dibe pergalek alternatîf a civaka hemdemî; bi taybetî li Rojava û bi giştî li hemû Kurdistanê. Lê ya herî ew ditirsand û hêrs dikir jî, ev pêla şoreşê û ev tevgera şoreşgerî, xwe digihêne vê xaka Şengala dîrokî û pîroz! Ev dihat wateya dîrok û hemdemî xwe digihîne hev û bi pêşengtiya felsefeyek nûjen û modern û demokratîk. Ez bawer dikim mijara ku xwediyê wê zîhniyeta kevneperest û xwe bi DAIŞ’ê navdar kir û bi wê wehşeta mezin êrîşî ser Şengalê kir, heybeta vê pêngava hemdemî ya Tevgera Azadiyê bû.
Di pratîkê de jî, ev hevalbendiya ji dil û can dît in. Di ku de? Di dema êrîşî ser Şengalê kirin de, yên di hewara wan de hatin, bi tenê hêzên Tevgera Azadiyê YPG û YPJ’ê bûn. Bê şik û gûman, ên ku ew xak û gelê me yê êzidî ji qirkirina temamî rizgar kirin ev hêzanan bûn.
Helbet ên ev ruhê nûjen û berxwedêr digihand hev afirandin û bi navê YBŞ, YJŞ, PADÊ û hwd.bi rêxsitn kirin; hevalên weke Zekî Şengalî bûn. Di vê derbarê de, pêşengtiya hevalên weke Zekî divê tu carî neyên jibîrkirin. Gelek ked û xwêdan û herî dawî jî xwîna xwe jî xistin vê rê, ji bo ku ev doz bigihêje armanca xwe ya mezin. Ji ber vê ked û xwêdana wî bûbû Mamê civaka Şengalê; Mam Zekî!
Ji ber vê mezinbûna wan a pêşengtiya şoreşgerî bû ku mixabin bûn armanca sereke ya neyaran jî. Ji ber ku hêza wan ava kiribûn, DAIŞ hat hilweşandin, vê carê erk û peywira DAIŞ’ê, yekser dewleta Devlet û Receb hilda ser milê xwe. Û bi alikariya kevneperest û xayinên rêveberiya Başûr, bi roj û aşkera, bi êrîşkariya firokên cengê hevalê me yê leheng û pêşeng Mam Zekî şehîd xistin.
Her wiha van hêzên dijî mirovahiyê, li pey hev êrîş birin ser hevalên weke Helmet (Diyar Xerîb), Sînanê Sor, Serhat Varto û hwd. hevalên bi heman rolê rabûbûn şehîd kirin. Van hevalan jî hema hema weke Mam Zekî, wan jî erk û peywirên hevgirtin û yekitiya gelên Kurdistanê û bi hevre jiyana hemû bawerî û pêkhateyan dabûn ser milên xwe. Lewma ew jî ketin armanca hêzên qirker û dagirker.
Belê bila neyê jibîrkirin, ev têkoşîn û deskeftiyên şoreşê êdî nema têk biçe; xwêdan û xwîna van hevalan dibe çimentoyê bi hevrejiyana hemû gel û baweriyên Kurdistanê. Her wiha dibe modela pergala Xweseriya Demokratîk ji bo hemû gelan û pêkhateyan! Yên têk biçe û hilweşe hêzên dagirker û qirker in!
Bijî Şengala Xweser û Demokratîk!