Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

​​​​​​​Şam bi lihevkirina tirkan re nikare pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike

TEV-DEM′ê şehîdên Serhildana 12′yê Adarê bi bîr anîn û diyar kir ku divê hikumeta Şamê zîhniyeta xwe ber bi pergala demokratîk ve biguherîne û got “Hikumeta Şamê bi lihevkirina bi tirkan re ya li ser çarenûsa gelên Sûriyeyê nikare pirsgirêkan çareser bike û wê karesata heyî zêdetir bike.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 19′an a komkujiya ku bi wê re veguherî Serhildana 12′yê Adarê li Qamişloyê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ji bo bîranîna salvegera 19′an a Serhildana Qamişloyê em bejna xwe li hember şehîdên serhildanê û hemû şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditewînin. Ev serhildana gel di adara 2004′an de pêk hat, çîrûska wê ji Qamişloyê bû û heta bi bajarên Rojava û bajarên mezin ên Sûriyeyê çû. Li hember rejîma Baasê wek bahozekê bû.

Komployeke plankirî û birêxistinkirî bû û di çarçoveya siyasetên Komploya Navneteweyî ya bi nûnertiya Lihevkirina Edeneyê de pêk hat. Ew encamên Komploya Navneteweyî ya xeternak bû û bi rêya kişandina gelê kurd nava şer û lîstokên siyasî, xwe dispart qirkirina gelê kurd. Da ku fitneyan di navbera çandên civakî yên resen de çêkin, derbeyê li têkiliyên kurd û ereban, têkiliyên civakî û çandî yên pêkhateyên Sûriyeyê bixin û bi wê re armancên xwe yên siyasî yên qirêjî li dijî vîna gelên herêmê pêk bînin.

Hikumeta Şamê di wê demê de siyasetên xwe yên dijminane li dijî gelê me yê kurd bi giştî bilind kirin. Ew yek li gorî bendên peymanê bûn ku naveroka wê divê şerê armancên gelê kurd ên ber bi vîna civakî ya azad a xwedî fikrê exlaqî, siyasî û rizgariya zayendperestiyê ve were kirin.

Li belê vîna gelê me û bi helwestên xwe yên nîştimanî li hember alava çewsîner a saziyên ewlehiyê bi hemû şaxên wê bi lehengiyekê sekinîn. Di encamê de bi hezaran welatî bi awayekî hovane hatin girtin û bê gunehî ku tenê kurd in di dadgehên ewlehiya dewletê û leşkerî de hatin cezakirin  bi dehan şehîd bûn, mîna Ehmed Hisên Ebû Cûdî, mamoste Osman Dadalî, Nazliye Keçel. Ji wê zêdetir gelek karmendên kurd ji daîreyên hikumetê yên perwerdê, avahîsazan tevî lêpirsînên ewlehî yên di beşa terora taybet de ji kar hatin derxistin. Bi van siyasetên li dijî gelê me, hikumetê rûpeleke nû di têkiliyên tirkî-sûrî de ku xwe dispêre qirkirina nirxên çandî û exlaqî yên gelê me hate vekirin. Bi wê yekê, Sûriyê ji aliyên aborî, siyasî û ewlehî ve ji hêla dewleta tirk a dagirker ve hate dagirkirin û gelek sûkên bazirgan û endustiyê hatin kontrolkirin. Da ku dewleta tirk çanda xwe li ser çandên civaka Sûriyeyê ya afrîner ferz bike.

Derfetgirina maça futbolê ya di navbera tîma Cîhad û Fituwê de rêbazeke bikaranîna siyaseta komplogeriyê bû ku berê di daîreyên siyasetên şerê taybet ê Tirkiyeyê de hatibû plankirin, da ku hesta nîştimanî û birêxistinbûna gelê me were lawazkirin.

Serhildana 12′yê Adarê ruhê şovenîst û nîjadperest ya zîhniyeta Baasê li dijî kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê aşkere kir, her wiha teslîmbûna vê rejîmê ji dewleta tirk re li gel Lihevkirina Edeneyê hate aşkerekirin.

Em wek TEV-DEM′ê dibînin ku rewşa Sûriyeyê, ji ber valahiya siyasî ya mezin û girêk ve, ber bi krêtiyê ve diçe. Her wiha dirêjkirina temenê krîzê tê wateya karesata mirovî ya rasteqîn. Pirsgirêka Sûriyeyê ya hundirîn û çareserkirina wê li hundirê Sûriyeyê ye, ne bi jinûve zindîkirina Lihevkirina Edeneyê bi dewleta tirk û hikumeta wê ya terorîst re ye.

Em soz didin şehîdên komkujiyê, serhildana 12′yê Adarê û tevahî şehîdên azadiyê ku em ê li ser şopa wan bimeşin, têkoşîn û berxwedanê li dijî delweta tirk a dagirker bilind bikin. Her wiha divê rejîma Sûriyeyê bi awayekî realist nêzî rewşê be, da ku tiştê mayî rizgar bike û li pêş karesatên siyasî û nîştimanî yên muhtemel bisekine. Divê vîna gelên azad li Sûriyeyê were qebûlkirin da ku pergaleke demokratîk were avakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar