Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şam û Enqere dixwazin tola DAIŞ’ê hilînin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pûçkirina Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya HSD’ê li Dêrezorê û rojhilatê Firatê, xwe amade dikin ku êrîşên xwe yên li ser Minbicê li herêmek berfireh belav bikin.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pûçkirina “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku HSD’ê di şeva 27’ê tebaxê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêmên rojhilatê Dêra Zorê û Firatê dabû destpêkirin, êrîşî Minbicê kir. Komên ku kuştinan dikin, gel ditirsînin, bazirganiya çekan û qaçaxçîtiyê dikin, hat hînbûn ku amadekariya êrîşên li dijî herêmeke berfireh bike, dikin.

Çeteyên girêdayî dewleta tirk ku di şeva 31’ê tebaxê de ji xeta Bab û Cerablûsê êrîş kirin, ji bo berfirehkirina êrîşên xwe yên li dijî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li ser xeta sînor êrîş pêk anîn.  Eniya rojhilat, bakur û rojava yên Minbicê li ser xeta Efrîn û Serêkaniyê êrîş berfireh kirin.

Di hefteya dawî de di navbera gundên Sacûr ên Minbicê, Mecre Biçûk û Mecrê Mezin ên Cerablûsê de, tevî çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker, tevgera leşkerî ya dijwar rû da. Her wiha komên çete yên ku çeteyên Sûltan Mûrad û Silêman Şah li gundê Şêx Îsa yê kantona Şehba û bajarokê Mebrûka yê Serêkaniyê amadekariyên leşkerî kirin û alavên leşkerî yên giran li herêmê zêde kirin.

Gelo rejîma Şamê bi dewleta tirk re hevkarî kir?

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, rejîma Sûriyê bi dewleta tirk re li hev kiriye ku ji bo plana êrîşa berfireh a li dijî Minbicê ya dewleta tirk a dagirker pêk bîne, baregehên di navbera Bab û Minbicê de vala bike.

Hate hînbûn ku beriya êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker ji xeta Bab û Cerablûsê ji sê baskên Minbicê, rojhilat, bakur û rojava, leşkerên rejîma Sûriyeyê ji nuqteyên xwe yên li gundê Mihselê yê Minbicê derketin.

Di pevçûnên dijwar ên ku 2 rojin berdewam kirin de, zêdeyî 35 çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li pişt perdê êrîşên Minbicê; Hem Rejîma Sûriyê û hem jî dewleta tirk a dagirker di vê pêvajoyê de dema ku hêzên HSD’ê dest bi “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” kirin, armanca wan ew e ku eniya şer berfireh bikin da ku hêzên HSD’ê ji hev belav bikin.

Hem rejîm û hem jî dewleta tirk a dagirker ku ji destpêkê ve hem bi daxuyaniyên xwe û hem jî bi rêya çapemenî û medyaya xwe li dijî operasyona HSD’ê nîşan didin, hema hema dixwazin eniya êrîşan berfireh bikin û tolhildana çeteyên DAIŞ’ê ji HSD’ê bigrin.

Êrîş ber bi Til Temirê ve berfireh bûn

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ku ev 3 roj in bê navber êrîşên dijwar li ser xeta Minbicê pêk tînin, îro serê sibehê dest bi topbarankirina gelek gundên navçeya Til Temir a Hesekê kirin, di heman demê de derbên giran xwarin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Til Temir li ser xeta xweparastinê bersivê didin, êrîşên ber bi gundên Tewîla û Til Tewil ên Til Temir ve berfireh dibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar