Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

SAMER: Kurd dikarin li Enqere Stenbol û Mêrsînê encamê biguherin

Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku HDP bi taybetî li bajarên rojavayê Tirkiyeyê di weziyeteke diyarde de ye û wiha got: “Li hin bajarên rojavayê welat dibe AKP winda bike. Divê bi baldarî bajarên wekî Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Dîlok, Riha û Semsûr bên şopandin.”

Koordînator û Endama Lijneya Rêveber a Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, der barê lêkolîna li ser hilbijêrên kurd û bandora wê ya li ser hilbijartinê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.  Yuksel Genç diyar kir ku Pariya Demokratîk a Gel (HDP) bi stratejiya “Li bajarê kurdan bi ser bikeve û li bajarên rojava jî bi tifaqa AKP-MHP’ê bide windakirin” dê çarenûsa hilbijartina li bajarê mezin diyar bike. Genç da zaînîn ku ev stratejiya ji bo demokratîkbûnê gavek ku bê pîrozkirin e û wiha got: “Hemû hewldanên AKP’ê ewe ku HDP’ê li dervê seha gogê bihêle. Lê HDP’ê bi vê stratejiyê lîstik vala derxist. HDP bi vê stratejiyê bû serlîstkikvan. Demek dirêje stratejiya hilbijartinê li ser amûrên nijadperest û retorikan bêş dikeve. Bloka Îktidarê serî li rêya hêsan dide û HDP’ê terorîze dike. Wêde dike. Di vê stratejiya îktîdarê de ya herî zêde bi qezenç derkeve partiyên muxalif in.  Dema mirov li vê stratejiya îktîdarê dinere dibîne ku Tirkiye çiqas perçe kiriye û berberî di nava civakê de pêş dixe.”

Hilbijêrên HDP’ê dê li gel muxalefetê dîsa dengê xwe bikar bîne

Genç anî ziman ku hilbijêrên HDP’ê pir bi lez stratejiya HDP’ê fêr bû û wiha got: “Gelek hilbijêrên HDP’ê li gel helwesta muxalefetê dîsa diyar dikin ku li gel wan cih digirin. Dibêjin ‘Hûn bêyî me nabin’ Di çavdêrî û lêkolînên cemaweriyê de jî vê yekê nişan dide. Ger ku heta roja hilbijartinê rewşek pir awarte pêş nekeve, hilbijêr dê li gorî vê stratejiyê deng bide. HDP dê ji hilbijatina 2014’an bêtir şaredariyan bi dest bixin. Ev hilbijartin hilbijartinek pir xweser e. Ev hilbijartin dê bandorek pir mezin li ser siyaseta Tirkiye bike. Li bajarê kurdan HDP dê şaredariyan ji destê qeyûm derxin û ji nûve bistînin. HDP dê li gorî hilbijartina 2014’an bêtir şaredariyan bi dest bixin. Li Şaredariya Bedlisê ku yeyûm tayîn kiriye HDP û Îtîfaqa Cumhur nêzî hevin. Dîsa cihê ku HDP ji bo xwe rîsk bibîne Şaredariya Qersê ye. Li gorî lêkolînan Qers bi dengekî kêm winda dike. Li Mûşê jî ser biser xuya dikin.”

AKP li bajarên mezin deng winda dikin

Genç da zanîn ku bandora dengê hilbijêrên kurd li bajarên rojavayên Tirkiye dê bandorek mezin li ser hilbijartinê bikin.  Genç di vî derbarî de ev tişt parve kir:“Li bajarên ku HDP dikeve hilbijartinê li gorî hilbijartina 2014’an ji sedî 6-8 dengê xwe zêde kiriye. Li vir dengê AKP’ê ketiye. Li bajarên rojava jî cihê ku hilbijêrên kurd dengê xwe dide AKP dengan winda dike. AKP tenê denga winda neke. Li hin bajaran şaredariyan winda dike. Bi taybetî cihê ku stratejiya HDP’ê lê heye wekî Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Dîlok, Riha û Semsûrê bandora dengê kurd diyarker e. Ji ber ku îktîdar li dijî hilbijêrên kurd û HDP’ê zimanê cudakar û heqaretê pêş dixe ev dibe sedema pertekên zêde û bêtir hilbijêr ji îtîfaqa Cumhur dûr dikevin. Konsolidasyona di lehê HDP’ê de pêş dikeve. Bêtir ba dizîvire milê HDP’ê. Siyaseta AKP’ê bêtir li dijî HDP’ê ye. Ji ber zimanê siyaseta AKP’ê bertekên hilbijêrên kurd ên li dijî AKP’ê zêde dibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar