Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şamî: Divê Sûriye bi temamî li ber dagirkeriyê rabe

Berpirsyarê Çapemeniyê yê HSD’ê Ferhad Şamî li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser gelek herêmên Sûriyeyê, her wiha plana ji bo dagirkirin û desteserkirina herêman ji ANF’ê re nirxand.

Ferhad Şamî anî ziman ku di vê demê de dewleta tirk bi taybetî êrîşên li ser Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan, Minbic, navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê giran kiriye û li eniyeke ji 289 kîlometreyî êrîşan dike.

Ferhad Şamî ragihand ku êrîş li dijî gelên herêmê hemûyan e û wiha got: “Bi şerê Ukraynayê re di navbera dewletên li herêmê de valahiyek çêbû. Lawaziya dewletên li Sûriyeyê bi taybetî yên garantor, firsendê dide ku dewleta tirk êrîşên nû bike û êrîşên nû yên dagirkeriyê plan bike. Ji xwe Erdogan û serokê fermandariya giştî yê tirk bi rengekî aşkere dibêjin ku wê dest bi êrîşên nû bikin. Rojane bi sedan tank, cebilxane û leşker ên dewleta tirk derbasî Sûriyeyê dibin. Bi taybetî hewl didin li xeta Idlibê herêmeke tampon bi Sûriyeyê bidin qebûlkirin.

Erdogan planeke xwe ya berê jinûve dixe rojevê. Dixwaze herêmeke bi navê ‘herêma tampon’ li seranserê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike. Ev herêm ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire nava xwe, xwestin ku li xeta Bakur û Başûrê Sûriyeyê jî heman projeyê pêk bînin. Li vê herêmê Lazkiye, bakurê Hemayê, Hûms, Rojava û bakurê Helebê, her wiha Idlibê digire nava xwe. Herêmên li rojhilatê Helebê jî heta bi Bab, Mare, Ezaz, Til Koçer, Dêrik û Şengalê dixwaze herêmeke dagirkirî ava bike. Di vir de dixwaze li dijî kurd, asûrî, ermen û erebên li ber siyaseta dagirkeriyê radibin qirkirinê bikin.”

Ferhad Şamî di vê çarçoveyê de bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Erdogan ku dibêje wê milyonek penaberên sûriyeyî bişîne û ev tişt anî ziman: “Projeya milyonek sûriyeyî ku Erdogan qalê dike, parçeyek ji xeyala dewleta tirk a ji bo dagirkirina Sûriyeyê ye. Dewleta tirk ji sala 1916’an û vir ve xwest vê yekê bi rê û rêbazên cuda bi cih bîne. Diyar e ku li Sûriyeyê hikumeteke lawaz heye, artêşeke lawaz heye, hin hêzên navneteweyî jî li Sûriyeyê berjewendiyên xwe hene. Hewl dide sûdê ji van hemûyan werbigire. Her wiha hin hêzên navneteweyî jî li Sûriyeyê her tim dewleta tirk li dijî Rûsyayê bi kar tînin. Salên 1957, 1973 û 1998’an ev yek kirin. Hin hêzên navneteweyî mixabin niha jî heman siyasetê dikin.”

Ferhad Şamî ragihand ku dewleta tirk niha jî dixwaze kirasekî sivîl li projeya xwe bike, bi vî rengî bi cih bîne û wiha dewam kir, “Demên berê projeyên dagirkeriyê yên dewleta tirk bi rengê leşkerî dihatin meşandin. Vê carê bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên berê dixwaze dagirkeriya li ser xaka Sûriyeyê bi rêbazên cuda pêk bîne. Lewma jî dibêje ‘ez ê milyonek penaberî vegerînim’. Mebesta wî ji milyonek kesî ew mirovên ji Hûms, Derea, Şam û Idlibê ne ku beşeke girîng a wan niha bi dewleta tirk re ne. Dewleta tirk wê bi bikaranîna van bixwaze hebûna xwe ya leşkerî mayinde bike. Ji bo vê jî hincetekê ji xwe re diafirîne. Ya rast ev yek dagirkeriyeke veşartî ye. Bi vî rengî dixwaze demografiyê biguherîne, xelkê esasî yê herêmê ji van deveran derxîne û yên bi xwe ve girêdayî ne lê bi cih bike.”

Bi dewamî Ferhad Şamî got, “Bi yên ku bên re wê artêşekê ava bikin. Yanî wê hêzekê ji wan çêbikin û ev hêz wê bibe alternatîfa artêşa hikûmeta Sûriyeyê. Lewma jî projeyeke gelekî metirsîdar e. Projeya ku Erdogan dide pêş ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê ji bo temamiya Sûriyeyê xetere ye. Eger Erdogan karibe vê projeya xwe pêk bîne wê li Şamê karibe nimêjê bike.”

Berdevkê Çapemeniyê yê HSD’ê anî ziman ku dewleta tirk bi vê projeyê dixwaze dagirkeriya xwe mayinde bike û wiha got: “Ji ber ku hebûna leşkerî her tim demkî ye, lê belê bi bikaranîna sivîlan dixwaze vê rîskê ji holê rake û dagirkeriyê mayinde bike. Wê bibe belayê serê Sûriyeyê. Bêguman ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê wê bibe metirsiyeke mezin.”

Ferhad Şamî destnîşan kir ku têkbirina vê plana dagirkeran ne tenê wezîfeya HSD’ê ye, ne tenê wezîfeyeke leşkerî ye, wezîfeya tevahiya Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: “Bêguman hin herêmên hatine dagirkirin herêmên HSD’ê ne, lê belê Idlib di destê hikûmeta Şamê de bû, Hûms jî. Lewma rabûna li ber vê projeya dewleta tirk wezîfeya tevahiya Sûriyeyê û hikûmeta Şamê ye. Plana sala 1925’an a dewleta tirk ne tenê bi helwesteke leşkerî hate astengkirin. Gelê Sûriyeyê li dijî vê çalakî kir. Dakete qadan. Li Hûms, Hema û Helebê girseyên mezin ên gel daketin qadan. Bi milyonan mirovên ji xelkê Sûriyeyê li ber dagirkeriyê rabûn. Niha jî ji bo têkbirina planên heyî yên dagirkeriyê divê gelên Sûriyeyê bibin yek û helwestê nîşan bidin. Di heman demê de divê bibe hinceta yekitiya gelên Sûriyeyê.”

Ferhad Şamî anî ziman ku heta niha HSD’ê pêşî li planên dewleta tirk ên dagirkeriyê girtiye û got, “Lewma hikûmet û artêşa Şamê deyndarê HSD’ê ne. Eger ne ji HSD’ê bûya wê Erdogan li Mizgefta Emewî nimêj bikira. Lewma bi hêrseke mezin êrîşî HSD’ê dike. Divê ev yek baş were fêhmkirin, Erdogan di vir de ne tenê li dijî HSD û kurdan e, li dijî tevahiya Kurdistanê, gelê herêmê û tevahiya Rojhilata Navîn e.

Ne ji berxwedana HSD’ê bûya Heleb wê nemabûya. Her wiha ne ji berxwedana me ya li Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê bûya, herêmên din ên Sûriyeyê nedibûn. Bêguman me heta niha çawa li ber xwe dabin em ê ji niha û pê ve jî li ber xwe bidin. Li gel gavên me yên siyasî û dîplomatîk wê gavên me yên leşkerî jî hebin. Her wiha eger em hêzekê bibînin ku bi ruhê neteweyî û ji dil li dijî dagirkeran şer dike, em ê pê re tifaqê bikin, hevkariyê bikin û dagirkeran ji xaka Sûriyeyê derxînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar