Gelê xwecihî yê Îskandinavyayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û daxwaza pêkanîna ambargoya ya li dijî dewleta Tirk kirin.
Federasyona Samî ya Netewa Norweçê (NSR) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku piştî bûyerên dawî ji rewşa Kurdên li Bakurê Sûriyeyê û Rojava dijîn bi fikarin û bi Kurdan re di nava piştevaniyê de ne.
NSR êrîşên Tirk ên piştî ku DYE plana dewleta Tirk qebûl kir û Kurd bi tenê hiştin şermezar kir û daxwaz ji dewleta Norweçê kir ku bi civaka navnetewî re li ser dewleta Tirk ambargoyê pêk bînin. OSLO