Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Samsûn û Xelfetî: Rewşa Tirkiyeyê

Vê hefteyê du dîmen û du wêneyên dîrokî derketin holê. Yek ji van wêneyan li Samsûnê ya duyemîn jî li Xelfetiyê hate kişandin. Her du wêne têkildarî hev in, bi hev ve girêdayî ne, her du wêne hevdu temam dikin û rastiya Tirkyeyê didin der.

Îsal 100’emîn salvegera çûyîna Mistefa Kemal a Samsûnê ye. Yanî 100’emîn salvegera destpêka damezirandina komarê ye. Samsûn bi kongreyên Sêwaz û Erziromê bi tifaqa ku bi kurdan re hate lidarxistin gihîşte armanca xwe. Lê niha dixwazin ku Samsûnê bi dijberî û neyartiya kurdan li ser pêyan bigirin.

Her cure partiyên Tirkiyeyê li ser rêya Samsûnê ketin rêzê. Erdogan behsa ruhê Samsûnê, ruhê damezirandina komarê kir. Peyamên berfireh hatin dayîn. Lê bêguman peyama herî girîng di wêneya rêberên partiyên siyasî de hate kişandin derket holê. Serokwezîr û Serokê AKP’ê Erdogan li Samsûnê serokên partiyên siyasî yên wekî CHP, MHP, Partiya Weten, DSP, ANAP, BBP, Partiya Saadetê, li çep û rast xwe rêz kir. Ew wêne, wêneyê feraseta siyaseta Tirkiyeyê ye. Ev wêne li ser daxwaza dewletê hatiye kişandin û hêza dewletê li ser partiyan nîşan dide. Ew wêne nîşan dide ku ji çep û heya rastê ji oldaran heya laîkan hemû partiyên dewletê li ser nijadperestiyê dibin yek û tên cem hev. Ev wêne nîşan dide ku di warê nijadperestiyê de di navbera van partiyan de tu cudahî tune ye.

Ev wêne di heman demê de berdewama yekitiya Yenîkapi ku piştê derbeyê di navbera heman partiyan de hatibû kişandin e. Di vî wêneyî de Erdogan hem ji aliyê hêzen dewletparêz ve hatiye dorpêçkirin dixuye û him jî serokatiya Erdogan bi van partiyan dane qebûlkirin. Yanî dewlet di vî wêneyî de cardin hatiye organîzekirin. Di vî wêneyî de ji bo dema nû yekitiya di navbera Kemalîzm û oldariya siyasî de derdikeve holê.

Demek e Erdogan behsa “Tifaqa Tirkiyeyê” dike. Bi wêneyê Samsûnê naverok û sînorê Tifaqa Tirkiyeyê hate diyarkirin. Ev tifaq tirk e, tifaqa mêrane ye, tifaqa yeparêz e. Di vê tifaqê de hêzên dijberî pergalê tune ne. Niha hîn derdor dibêjin çima kurd di vî wêneyî de tune ne. Lê kurd aktorên veşartî yên vî wêneyî ne. Ev wêne û tifaq li ser dijberiya kurdan tê avakirin. Di vî wêneyî de tirs û xofa ji kurdan heye. Di vî wêneyî de polîtîkaya şer, înkarkirina kurdan veşartiye.

Ev wêne li Kurdistanê bi aweyekî din xwe dide der. Wêneyê ku li Samsûnê rêberên partiya dikevin rezê, li Xelfetiyê dibe wêneyê îşkenceyê. Li Xelfetiyê kurd li ser devê xwe li erdê radizînin û wêneyî îşkenceyê dikişînin. Çawa ku wêneyê Samsûnê berdewama wêneyê Yenîkapiyê ye, wêneyê Xelfetiyê jî berdewama wêneyê Geverê ye. Wêneyê li Yenîkapî û Samsûnê, hêza xwe bi wêneyê Xelfetî û Geverê nîşan dide. Lê di heman demê neçarî û qelsiya wêneyê Samsûnê, wêneyê Xelfetiyê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar