Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin

Dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê zêde kirin. Di nava hefteya dawî de bi hezaran wesayîtên zirxî û leşker li herêmê hatin sewqkirin û dewleta tirk dest bi kontrolkirina rêyê kir. Li gorî daneyên Yekîneyên Aştiyê yên Xristiyan (Community Peacemaker Teams-CPT), heta niha 6 noqteyên kontrolê hatine danîn. Dewleta tirk hewl dide hejmara baregehên leşkerî ji 63-64’an derxîne 70’an. Di nava 27 rojên dawî de herêm 285 caran hate bombebarankirin. Ji ber van bombebaranan heta niha herî kêm 182 malbatan koç kir.

Ji îmzevanên “Em bibin dengê aştiyê” bestekar-gotinnûs Şanar Yurdatapan, têkildarî polîtîkayên dewleta tirk û êrişên wê yên li ser herêmê axivî.

Yurdatapan, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer Tirkiye hem ji hêla aborî hem jî ji hêla siyasî ve gelek tiştan winda dike. Yurdatapan, wiha domand: “Li dijî şer ev bi sala ye em ji bo aştiyê têdikoşin. Vî şerê 40 sal in didome heta niha tu encam bi xwe re ne aniye. Partiyên siyasî, sendîka û rûspiyên civakê di 1996’an de ji bo bidawîkrina şer li Stenbolê civiyan. Wê demê du şer hebûn. Li rexekê hindik mabû bi Yewnanistanê re bikevin şer, li rexa din jî şerê li Kurdistanê didomiya. Tam di demeke qala aştiyê dihat kirin de hat îdiakirin ku PKK’ê li Basa ya Şirnexê êrişî mînîbûsekê kiriye. Me heyet şande wir. Ez gelek caran çûm wê derê û hatim. Bûm şahidê gelek tiştan.”

Şerê sêyemîn ê cîhanê

Bi domdarî Yurdatapan destnîşan kir ku ji berê heta niha polîtîkaya şer qet neguheriye û ev tişt anî ziman: “Mixabin em îro hatine heman noqteyê. Mixabin ne li cîhanê ne jî li welatê me hêzên demokrat gel birêve nabin. Em niha di nava Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Lê kesek di ferqê de nîne. Îcar ev şer ne li welatekî, li herêman belav dibe. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bakurê Sûriyeyê û herêma Kurdistanê parçeyeke vê ye.”

Di berdewamê de Yurdatapan wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê, ji bo parastina berjewendiyên Erdogan tên kirin. Erdogan ji bo berjewendiyên xwe dixwaze vî şerî bidomîne. Dixwaze meseleya kurd bi rêya şer bi dawî bike. Roja min fehm ji xwe kirî heta niha her tim dibêjin ‘3-4 kes jê mane, em ê koka wan tune bikin.’ Heke ev 40 sal in te nekarîbe koka wan tune bikî, ev yek nîşan dide ku koka wan pir saxlem e.”

Yurdatapan, anî ziman ku Erdogan dê bi êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê re tişta dixwaze nekare bi dest bixe û wiha pê de çû: “Ji bo hûn li Rojhilata Navîn bibin hêz, hewceye hûn hesaba her tiştekî baş bikin. Niha DYA û Rûsya li herêmê ne. Anku hûn nikarin li aliyekî li dijî kurdan şer bikin û li aliyê din li dijî van hêzan bisekinin. Li şûna ku em her tim bi cîranên xwe re di nava şer de bin, em dikarin bi rêya aştiyê aramiyê pêk bînin. Di dema aştiyê de Tirkiyeyê bêhnek stand. Ev nehatiye jibîrkirin. Dema Erdogan tişta dixwest pêk nehatî, îcar dîsa şer xist meriyetê. Erdogan ji bo xwe ji krîzê xelas bike kete nava xaka Sûriyeyê. Ji nişka ve Beşar Esad bû “kujer Esed.” Niha jî dibêje ‘were em vegerin rojên berê.’ Hesabên tevekan jî ji yên hev cuda ne. Erdogan li rexekî şerî gur dike û li rexa din dixwaze muxalîfan bêdeng bike. Dixwaze civakeke wisa hebe ku ji van polîtîkayên AKP’ê re bibêje ‘emrê xwedê ye’ û bêdeng be. Ji bo vê dikare her tiştekî bike.”

‘Êdî dijminatiya kurdan ketiya nava ruhê wan’

Yurdatapan, destnîşan kir ku Erdogan dixwaze hem li Herêma Federe ya Kurdistanê hem jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mayinde be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li wir qereqol ava kiriye lê nikare ji yekî derbasî ya din bibe. Anku di rewşeke zehmet de ye. Lê divê mirov bizane ku tu derdê Erdogan ê ji bo aştiyê nîne. Dijminatiya kurdan êdî ketiye nava ruhê Erdogan. Mixabin li Tirkiyeyê gelek kesên xwe qaşo çepgir dibînin jî tenê neteweperestiyê dubare dikin. Erdogan pir dixwaze şer gurtir bike lê îcar karê wî zehmet e. Kesên heta duh li dijî Sûriyeyê bi kar di anî jî li dijî wî derketin. Çeteyên ku bi destê xwe xweyî kirî ala tirkan şewitand. Di vê rewşê de nizane dê çawa tevbigere.”

Yurdatapan, axaftina xwe wiha qedand: “Ev 40 sal in heman rêbazê bi kar tînin. Her carê dibêjin ‘em ê koka wan tune bikin.’ Ev kok hişk nabe. Heta hûn bombeya atomê biavêjin û hemû kurdan bikujin jî bi kêr nayê. Heke hûn PKK’ê tune bikin jî dê ev mijar bidome. Hûn nikarin şerê serxwebûnê yê 40 sal in didome wisa bi gotinan tune bikin. Niha li her deverê pevçûn hene. Ne tenê li dijî kurdan, li dijî çeteyên xweyî kiribûn jî şer dike. Divê kesên aştîxwaz yek kêliyê jî navberê nedin têkoşîna xwe. Divê vê têkoşînê mezin bikin. Divê rewşenbîr û demokratên vî welatî hêza xwe bikin yek û ji her demê bêhtir li dijî şer bisekinin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar