Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Şanaz Îbrahîm: Niha pêdiviya kurdan herî zêde bi yekitiyê heye

Berpirsa Navenda Derve ya YNK’ê diyar kir ku di rewşa heyî de pêwîstî herî zêde bi yekitiya kurdan heye û wiha got: “Em her roj dibînin bê ka li rojavayê Kurdistanê zarokên me çawa tên kuştin. Ger yekitî niha nebe wê demê dê kengî be.”

Berpirsa Navenda Derve ya Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivî.

Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar kir ku li rojavayê Kurdistanê gelek xwîn rijiya û ew azaran ji dûr ve dibînin. Ehmed wiha domand: “Em dibînin bê ka çawa zarokên kurd li wir çawa tên îşkencekirin û êşan dikêşin. Em jî bi çalakiyan piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re nîşan didin.”

‘Dema hevgirtina her çar parçeyan e’

Ehmed destnîşan kir ku niha ji bo kurdan a herî girîng yekitî ye û wiha pê de çû: “Dem dema hevgirtina li her çar parçeyan e. Bi Rojava careke din xuya bû ku sînoran nekariye kurdan ji hev cuda bike. Lewma pêwîste ku partî û rêveberên partiyan hev bigirin. Ji bo hevgirtinê dema dawî anîna hemû nakokiyan e. Ger niha nekarin hev bigirin, wê demê tu baweriya min a bi yekitiyê dê nemîne.”

Rola jinan

Herî dawî jî Ehmed wiha got: “Hewldanên jinên kurd ên ji bo yekitiyê girîng e. Ev yek bi civînekê çareser nabe. Ji bo wê dem hewce ye. Ji bo lidarxistina vê kongreyê me bi hinek rêxistinên jinan re çend civîn kirin. Hêvîdarin ku serkeftî bîn. Bi jinan bi bawerim.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar