Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sancar: Bersiva pêwîst li qadên Newrozê hat dayîn

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar têkildarî hewldana girtina HDP’ê axivî û wiha got: “Li meydanên Newrozan gelê me bi zelalî bersiva wan kesên dixwazin HDP’ê bigirin da.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya li meclisê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand.

Sancar ji ber rasthatina pîrozbahiyên Cejna Newrozê ewil li ser Newrozê axivî û wiha got: “Newroz bi kelecanek mezin hat pîrozkirin. Bi milyonan kes herikîn meydanên Newrozê. Ji Stebolê heta Enqereyê, ji Îzmîrê heta Mêrsîn û Edeneyê, ji Kobanê heta Amedê, ji Mahabadê heta Batmanê, ji Hewlêrê heta Cizîrê û ji Qamişlo heta Dîlokê gel daket meydanan û Newrozê pîroz kir. Li meydanan daxwaza gel a azadiyê û aştiyê û xwedî derketina vîna xwe bilind bû. Ev meydan veguherîn nîşaneya ku xelkê me çawa baweriya xwe bi aştiyê tîne. Peyama herî girîng a Newrozê biryardarî û wêrekiya gelê me bû. Gelê me got tevî hemû zext, êrîş û gefan jî em ê qet û qet serê xwe netewînin, gotin em ê destûrê nedin hûn bi vîn û rûmeta bileyizin. Vê yekê nîşanî tevahiya cîhanê da. Em spasiyê xwe ji gelê xwe re dikin.”

Gel li meydanan hêviyê teze û dubare kir

Sancar bal kişand ser daxwaza gel a di pîrozbahiyên Newrozê de û ev tişt anî ziman: “Gelê me bi bedelên mezin û têkoşînek bêhempa Newrozê heta îro anî. Gelê me nîşan da ku dê tu demê dest ji xeta siyaseta demokratîk bernede. Em ê bi awayê herî xweşik û xurt xwedî li daxwazên gelê xwe derkevin û em ê bi berxwedanê helbet vê keştiyê bigihînin bendergehê. Bi milyonan xelkê me ku daketin meydanan û ewqasê ku nehatin meydanan jî bersiva pêwîst dan wan kesên ku bêyî HDP’ê dixwazin xeyala Tirkiyeyê pêk bînin. Bi milyonan kes li dijî hewldana girtina HDP’ê, betalkirina parlamenterên me, desteserkirina şaredariyên me derketin û gotin ‘hûn nikarin îradeya me aseteng bikin û bieciqînin’. Xelk dikare bersiva hesabê şaş bide. Di vê Newrozê de gel carek din vê yekê nîşan da. Ev Newrozek ciwan bû. Li meydanan ruhê ciwanan hebû. Li tevahiya meydanan ciwanan bersiva tirsa wan da û carek din ên dixwazin wan bitirsînin xwe xapandin. Gelê me carek din li meydanan hêviyê taze û dubare kir. Peyamên li qadên Newrozê hatin dayîn divê baş were nirxandin û ev îktîdar guh bide daxwazan û hişyariyan.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar