Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Sancar: Çareserî rêya sêyemîn e!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku gelên Tirkiyeyê ne mehkûmî du aliyan e û wiha got: "Em ê Tirkiyeyê li du aliyên dişibin hev mehkûm nekin, rêya sêyemîn heye. Dem hatiye ku berdêlên hatine dayin veguherînin destketiyên şênber."

Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya li Balgatê civiya. Di destpêka civînê de Hevserokê Giştî Mîthat Sancar axivî. Sancar anî ziman ku aqûbeta bi serê desthilatdariyên beriya niha hatiye yên ku di pirsgirêka kurd û neçareseriyê de israr kirin, wê bi serê desthilatdariya heyî jî bê.

Sancar di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji ber ku ev desthilatdarî di heman ferasetê de israr dike, wê li heman aqûbetê rast bê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo komara demokratîk, ji bo gelan hemûyan têkoşîna aştiyê bi biryardarî dewam dike û wê hîn mezin bibe. Bila kes ji vê gumanan neke.”

Mîthat Sancar bal kişand ser dozên li dijî HDP’ê û anî ziman ku doza girtinê ya li dijî HDP’ê weke yek ji amûrên tasfiyekirina siyaseta demokratîk tê bikaranîn û axaftina xwe wiha domand: “Dinya alem bi fikrê HDP’ê, bi kevneşopiya wê ya xurt zane. Desthilatdariya heyî jî pê zane. Li hemberî doza girtinê me hînê di roja destpêkê de got: Em ê heta dawiyê HDP’ê biparêzin. Di parastina HDP’ê de em bi biryar in. Em ê îradeya siyasî û hêza girseyî ya ku paşeroja vî welatî diyar bike, bi xurtî nîşan bidin. Parastina HDP’ê parastina siyaseta demokratîk e. Daxwaza ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Parastina çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Parastina aştiya mezin a li vî welatî ye. Li vî welatî parastina HDP’ê rabûna li ber zilm, zordarî, derew û talanê ye. Lewma parastina HDP’ê ji bo me ne tenê wezîfeyeke, di heman demê de berpirsyariya me ya li pêşberî gelan û mirovahiyê ye.”

Sancar destnîşan kir ku ew bi milyonan mirovî tên, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê dimeşin û wiha dewam kir: “Bila hêzên demokrasiyê, kesên li Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê dixwazin, yên li ber zilm, zordarî û talanê radibin bila bên di vê rêyê de em bi hev re bimeşin.”

Mîthat Sancar diyar kir ku wê Tirkiyeyê mehkûmî du xet û aliyên dişibin hev nekin û wiha got: “Rêya sêyemîn heye. Ya ku vê rêyê destnîşan dike jî HDP ye, Tifaqa Demokrasiyê ye.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ragihand ku dem hatiye ew têkoşîn û kevneşopiya berxwedanê ya radestî wan hatiye kirin ji bo jinûve avakirina Tirkiyeyê bi kar bînin û ev tişt anî ziman: “Niha dema jinûve destpêkirinê ye. Dem hatiye ku berdêlên heta niha hatine dayin veguherînin destketiyên şênber. Niha dem dema serketinê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar