Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sancar: Desthilatdariya AKP-MHP’ê kîn û hêrsa li dijî Kurdan sor dike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi malbata wî zarokê Kurd re axivî ku li Nisêbînê bû hedefa tundiya polîsan. Sancar got, “Êriş li dijî nasnameya Kurdan e. Em ê li pey vê bûyerê bin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi rêya telefonê bi malbata wî zarokê Kurd re axivî ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bû hedefa tundiya polîsan. Sancar bi bavê wî zarokî Mehmet Erdal re axivî û jê re got, ku ew bi wan re ye.

Sancar diyar kir ku ew Nisêbînê baş nas dike, zarokatiya wî li kolanên Nisêbînê derbas bûye, baş zane ku zarokatiya li Nisêbînê çiqasî zor û zehmet e, lewma tişta bi serê malbatê hatiye baş fêhm dike.

‘Em ê dest ji bûyerê bernedin’

Sancar destnîşan kir ku ew timî bi malbatê re ne û bi navê partiyê wê vê bûyerê ji nû ve bişopînin. Sancar diyar kir ku wan bi taybetî parlamenterên xwe yên Mêrdînê wezîfedar kirine û destnîşan kir, daxuyaniya Walîtiyê ya li ser bûyerê jî necidî ye, hewldanek ji bo nixumandina bûyerê ye.

‘Xwestin binixumînin’

Sancar bi bîr xist ku 20 roj in ser bûyerê hatiye nixumandin û piştî ku dîmenên wê eşkere bûn Walîtî û Emniyetê bi daxuyaniyan hewl dan ser bûyerê binixumînin û got, “Lê belê di daxuyaniyên xwe de ji bo zarokan gotin ‘kevir avêtin’ û bi vî rengî hincet ji nefret û êrişa xwe re dîtin. Yên ku daxuyanî dan nîşan dan ku ew jî hevparê êrişê ne. Di temenekî welê de avêtina kevir jî nabe hincet ji nefret û êrişeke bi vî rengî re. Kevirê zarokekî di vî temenî de baskê çûkekî jî naêşîne.”

‘Êrîş li dijî nasnameya kurdan hatiye kirin’

Sancar destnîşan kir ku êriş bi qasî li zarokan hatiye kirin di heman demê de li nasnameya Kurdan hatiye kirin û got, “Zîhniyeta ku kiriye nefret û hêrsa hêzên ewlekariyê li cografya Kurdan ewqasî mezin bibe, zîhniyeta vê desthilatdariyê ye. Ev nefret xwe dispêre zîhniyeta desthilatdariyê. Ev nefret bi taybetî êrişê dibe ser cografya Kurdan û zarokên Kurdan. Ji bo nefreta li dijî zarokan bi taybetî ya li dijî zarokên Kurd ji holê bê rakirin, HDP bi biryar e ku bi hêza xwe têbikoşe û ev yek sedema hebûna HDP’ê ye.”

Bav Erdal: Bi rojan cirifî

Bav Erdal têkildarî bûyerê agahî da Sancar û anî ziman ku zarok piştî êrişê gelekî tirsiya û bi rojan cirifî. Bav Erdal her wiha spasiya her kesî kir ku bala xwe da ser bûyerê û xwest, nefret û êrişên li Kurdistanê bi dawî bibe.ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar