Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sancar: Dozgerê dozê îktîdar be dê parêzerê wê jî gel be

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku tu qîmetek hiqûqî ya qebûlkirina îdianameya girtina HDP’ê nîne û wiha got: “Heke dozgerê vê dozê îktîdar be, wê parêzerên wê jî gelê me be. Di serî de jî wê gelê kurd be.”

Di kêliya ku îdianameya girtina HDP’ê hat qebûlkirin, Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê jî di civînê de bû û di civîna xwe bi awayek hûrgulî biryara qebûlkirina îdianameyê nirxand.

Piştî nirxandinê MYK’ê navber da civîna xwe. Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Hevserok Sancar di civînê de axivî û wiha got: “Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya girtina partiya me qebûl kir. A rast dadgehê dîrokek fersendî girtiye lê vî ya baş nenirxandiye. Li ser navê Tirkiyeyê bextreşiyek mezin e. AYM xwedî wê firsetê bû ku îdianemeyê ji binî ve red bike. Ji bo vê bike jî sedema hiqûqî û wijdanî jî hebû. Çimkî ev doza girtinê piştî kampanyaya siyasî ya bi mehan hat vekirin. Îktîdarê û şirîkê xwe yê biçûk bi mehan e HDP’ê hedef nîşan didin. Li dijî HDP’ê daxuyaniyên dijminane dan û gefan xwarin û dixwin. Kampanyaya gef û şantajê dixwin. Îktîdarê dozger bi xwe jî tehdît kiriye.”

Operasyona siyasî ye

Sancar da zanîn ku doza girtinê operasyonek siyasî ye û wiha domand: “Her kes bi zindî temaşeyî vê operasyonê dike û bi çavên xwe dibîne. Çawa ku îdianameya ewil pûç bû, vala bû û metnek çopê bû, ji aliyê her kesî ve hat dîtin. AYM’ê di paş de şandina îdianameya ewil de karek rast kiribû. Niha piştî ewqas geşedanan qebûlkirina îdianameya girtina partiya me di warê hiqûqî de ne mimkin e were ravekirin.”

MHP amade kir qesr jî teşe da

Di axaftina xwe de Sancar destnîşan kir ku dozgerê dozê ne Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind e û ev tişt anî ziman: “Me gelek caran got û em ê bêjin jî. Yê ku vê doznameyê amade kiriye ne serdozger e. Ev dozname li Navenda Giştî ya MHP’ê hatiye amadekirin. Yekîneyên hiqûqê yên qesrê teşeya dawî daye doznameyê û ji serdozger re hatiye ragihandin. Divê her kes baş bibîne ku dozgerê dozê îktîdar bi xwe ye. Helbet wê parêzerên vê dozê biparêzin hebin. Ji bo parastina vê dozê wê parêzer wezîfeyê hildin ser milê xwe. Lê divê vê ya her kes baş bizanibe; heke îktîdar dozgerê vê dozê be wê parêzerên vê dozê jî di serî de gelê kurd û gelên din bin. Parêzerên me gel e. Em ê bi biryardarî li dijî vê dozê li ber xwe bidin û partiya xwe biparêzin. Wê gelê kurd û tevahiya hêzên demorkasiyê vê dozê pûç bike. Em ê nehêlin ku hûn HDP’ê bigirin. Ew hêza me heye ku em HDP’ê mezintir bikin û meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin. Bawerî û biryardariya me heye û tam e. Çimkî soza me ji bo Denîzan heye ku em ê HDP’ê li ser pêyan bihêlin, mezintir bikin û teqez em ê bi ser bikevin.”

Her wiha Sancar destnîşan kir ku fesixkirina HDP’ê di rojeva wan de nîne, ew ê HDP’ê mezintir bikin û biryara wan ew e ku bibin hevkarê rêveberiya welat û ev doza girtinê ji bo muxalefetê jî ezmûnek e. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar