Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Sancar: Em ê bibin partiya di wesfê mifteyê de

Sancar, di mîtînga Rihayê de axivî, û diyar kir ku di 14’ê Gulanê de ew ê Riha me bi temsîliyeteke mezin bişînin meclise û got: “Em ê deriyên rêya ber bi azadiyê ve vekin. Em ê bibin partiya di wesfê mifteyê de.”  Aydenîz jî got: “Kesên ku ji bo tecrîdê deng dernaxînin, bila neyên Kurdistanê."

Partiya Çepên Kesk, li Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Kazim Hêvî Jiyan mîtîngeke mezin li dar xist. Piştî şahiya muzîkê ewilî Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel axivî.

Bozyel: Hêzên global ji bo berjewendiyên xwe welatê me parçe parçe kirin

Bozyel anî ziman ku ew bi hilbijartineke dîrokî re rû bir û ne û bibîr xist ku sedsala Peymana Lozanê ye. Bozyel destnîşan kir ku ev Peyman ji bo kurdan peymaneke bêhiqûqî û neheq e û got: “Sed sal derbas bûn. Hêzên global ji bo berjewendiyên xwe welatê me parçe parçe kirin. Çawa ku ev sedsal sedsala zilm û çewisandinê ye, di heman demê de sedsala berxwedana kurdan e jî. Kurdan tu carî dest ji daxwazên xwe bernedaye.”

Bozyel bal kişand ser zextên desthilatê yên li hember kurdan jî û got: “Heya gele kurd azad nebe ne nan, ne demokrasi, ne jî aştî wê tune bin. Heya gelê kurd azad nebe dê istikrar çênebe.”

Aydenîz: Kesên ji bo Rêberê Gelê Kurd deng dernexînin bila neyên Kurdistanê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîzê jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Aydenîzê destnîşan kir ku darbekariya herî mezin a desthilatê tecrîda Îmraliyê ye û wiha pê de çû: “Darbeya herî mezin bi tecrîdê pêk anîn. Xwestin tevahiya gel tecrîd bikin. Dixwazin bi tecrîdê jin û ciwanan û tevahiya civakê biçewisînin. Îro ro politikaya tecrîdê ji xwe re kirine rêber. Em dibêjin ku, çawa di navbera 2013-2015’an de bi Ocalan re hevdîtin hat kirin û rêya aştiyeke birûmet vebû, îro jî divê jib o demokrasiye deriyên Îmraliyê bên vekirin. Heya deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê demokrasi û azadî neyên Tirkiyeyê. Lewma divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Detshilata heyî vê tecrîdê pêk tîne. Ger sibê mûxalefet bibe desthilat û ev tecrîd bidome û li hemberî tecrîdê tiştekî nekin, ew ê jî bibin şirîkê vê bêhiqûqîtiyê. Em li vir careke din dibêjin, kesên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd deng dernexînin bila neyên Kurdistanê. Ne Kurdistan ne jî kurd wan qebûl nakin. Muxatabê çareserkirina meseleya kurd birêz Abdullah Ocalan e. Lewma em ê denge xwe ji bo azadiya xwe û aştiyê bi kar bînin.”

Paş endamê KKP’ê Kazim Hêvî Jiyan axivî. Piştî axaftina jiyan, qeyda denge Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê bere Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrneyê de hat guhdarkirin.

Sancar: Em ê bibin partiya di wesfê mifteyê de

Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Sancar di axaftina xwe de got: “Di 14’ê Gulanê de gava hûn çûn ser sindoqê, dê du pusuleyên dengan derkevin pêşiya we. Yek jê ji bo parlementeriyê ye. Li wir tene darek heye. Gava we rahişt pusuleyê mohrê li bin darê bixin. Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke mezin bişînin meclise. Ji lew re ger ne em bin dê aştî û edalet neye vî welatî. Em ê qufleya ku li aştiyê hatiye xistin vekin.”

Sancar ku got “Em ê deriyên rêya ber bi azadiyê ve vekin. Em ê bibin partiya di wesfê mifteyê de. Gava em wisa dibêjin hin kes ditirsin. Bila bitirsin. Ew jî baş dizanin ku her ku em xurt bibin dê selteneta wan jî biqede.”

Sancar bilêv kir ku ew ji Rihayê li benda rêjeyeke mezin in û got: “Ez ji bo AKP’ê rastiyê bibêjim, yê ku Rihayê winda bike, dê Tirkiyeyê jî winda bike. Em ê nehêlin Riha bi dest wan bikeve. Gava ew winda bikin dê aştî, edalet bê Rihayê. Dîroka mirovahiyê li vê axê dest pê kiriye, niha em ê jî dîroka vî welatî ji nû ve binivîsin. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar