Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Sancar: Em ê ji bo azadî û demokrasiyê bimeşin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Amedê çû serdana Kogreya Civaka Demokratîk (KCD). Sancar ji hêla hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê de Sancar geşedanên dawî nirxandin.

Mîthat Sancar girtina hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari weke darbeya siyasî pênase kir û wiha domand: “Darbe tenê bi tang û topan nayê kirin. Gelek caran bi destê darazê û hin caran jî bi destê desthilatdariyê tê kirin. Lê hemû darbe li dijî vîna gel têne kirin. Di Darbeya 12’ê Îlonê de weke karê destpêkê parlamento hate girtin. Hemû darbekar ji bo vîna gel tune bikin ketin nava tevgerê. Yên darbeya siyasî dikin jî heman rêbazê pêş dixin.”

‘Guven her tim seknekî birûmet nîşan daye’

Bi domdarî jî Sancar diyar kir ku Guven hemû emrê xwe bi têkoşînê derbas kiriye û wiha pêde çû: “Her tim seknekî birûmet nîşan daye. Ji bo aştî û demokrasiyê bedelên giran da. Ev provokasyona li dijî Guven û Farisoglullari di heman demê de li dijî nûnertiya wê ya KCD’ê hatiye kirin.”

Meşa Demokrasiyê

Di berdewamê de jî Sancar qala ‘Meşa Demokrasiyê’ kir û ev tişt anî ziman: “Em ê di 15’ê hezîranê de ji Edîrneyê û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve bimeşîn. Meşa me, meşa demokrasiyê ye. Em ê ji bo azadî û demokrasiyê bimeşin. Em dixwazin bi gelê xwe û gelên Tirkiyeyê re bên cem hev. Divê tu şika kesekî nebe ku dê HDP têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bi biryardarî bimeşîne. Meşa me dê ji du milan dest pê bike. Di meşê de dê parlamenter, endamên meclisê û hevşaredarên me amade bin. Ev şandeya me dê bi gel re bê cem hev. Em ê li Enqereyê bigihijin hev. Hevserokê partiya me yê berê Selahattîn Demîrtaş li Edîrneyê girtî ye û Colemêrg jî cihê ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven lê hatiye girtin e. Ez ê di meşa Colemêrgê de cih bigirim. Hevseroka me Pervîn Buldan jî dê di meşa Edîrneyê de cih bigire.”

HDP dê li rûmeta demokrasiyê xwedî derkeve

Herî dawî jî Sancar ev tişt destnîşan kir: “Şandeyên me li bajaran dê bi gel û saziyan re bên cem hev. Em ê helwesta xwe parve bikin û bang bikin. Em dixwazin têkoşîna demokrasiyê ya hevpar bêhtir xurt bikin. Piştî serdanên bajaran em ê derbasî Enqereyê bibin. Hilbijêr û nûnerên 7 herêman dê li Enqereyê bigihijin hev. HDP dê neyê lîstik û provakasyonan. HDP dê li rûmeta demokrasiyê xwedî derkeve.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar