Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Sancar: Hedefa me ya stratejik Komara Demokratîk e

Sancar anî ziman ku, wan bi Partiya Çepên Kesk oprasyonên îktidarê pûç kirine û got: “Ez bang li hemû gelan dikim ku ji bo destpêkek nû û jiyanek nû ya azad û wekhev mohra xwe li binê dara Partiya Çepên Kesk bidin. Wê encamên hilbijartinê ji bo heyamek nû bibe destpêk.”

Ji bo Hilbijartinên Serokomariyê û Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulanê ku ji bo guherînê xwedî girîngiyeke dîrokî ne, 2 roj man. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi girtinê re rûbirû hat hiştin, bi stratejiya hilbijartinê ya ku dişopîne bi pêkhateyên tifaqê re di pozîsyona diyarkirina hilbijartinan de ye. Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd, ku ji lîsteya Partiya Çepên Kesk bi armanca avakirina Komara Demokratîk a di sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de diçe hilbijartinê. Tifaqan diyar kir ku bi stratejiya “dê faşîzmê têk bibin” namzedê serokomariyê dernexist û biryar dan ku dê Kemal Kiliçdaroglu destek bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku seranserî maratona hilbijartinê li qadan bû, ji Ajansa Mezopotamya re axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê.

‘Me bi Partiya Çepên Kesk hesabên AKP’ê vala derxist’

Sancar diyar kir ku îhtimal heye ku dosyaya girtina HDP’ê ji serdema hilbijartinê re bê hiştin û ji bo vê jî amadekarî tên kirin û wiha got: “Me tîmeke xebatê ava kir. Ekîba xebatê hem li ser çawaniya ketina hilbijartinê û hem jî li ser çawaniya birêvebirina pêvajoya dozê xebitî. Em bibêjin ku heke dosyeya girtinê bo heyama hilbijartinê bihata paşxistin, metirsî hebû ku HDP berî hilbijartinan bê girtin, ji ber ku vê hikûmetê dikaribû bi nehiştina HDP’ê di hilbijartinan de awantajekê bide xwe. Di dawiyê de hevrikê me yê herî nêz AKP ye, li bajarên ku me rêjeyeke bilind deng girt û gelek wekîl hatin hilbijartin. Heger me wek HDP’ê bihatana hilbijartinê û beriya hilbijartinê biryara girtinê dabûya, dê hemû dengên me vala biçûna. Helbet ev ê bibûya xesareke mezin, zerareke mezin bida dengdêrên me û armancên me yên siyasî, lê bi giştî dê bûbûya derbeke mezin li têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê. Dema ku roja hilbijartinê bi fermî hat ragihandin, doza girtinê berdewam bû. Me ev rîsk jî negirt, me biryar girt ku em bi Partiya Çepên Kesk biçin hilbijartinê. Jixwe amadekariyên me hebûn û me biryara xwe ya di vî warî de cih girt û ragihand.”

‘Em ê di vê sedsalê de bibin aktorê diyarker’

Sancar anî ziman ku îktidarê li ser HDP’ê hesabên tasfiyeya siyaseta demokratîk kiriye û got: “Me vî hesabê îktidarê pûç kir. Me ji berê ve dest bi amadekariyên xwe kiribû û em vê heyamê di rola pozîzyona mifteyê de ne. Hem ji bo hilbijartinê hem jî ji bo piştî hilbijartinê. Em dixwazin divê sedsalê de bibin aktorê diyarker. Bloka AKP-MHP’ê dixwest dek û dolaban li me bike û em nekevin hilbijartinê, lê me destûra vê neda û me hemû polîtîkayên wan têk bir.”

‘Dernexistina namzetê serokkomariyê biryarek stratejîk e’

Sancar bal kişand ser stratejiya namzetiya serokkomariyê û got: “Me berê hewl da ku em namzet derxin. Lê paşê erdhej ket navberê. Piştî erdhejê me biryar da ku em namzet dernexin. Ji bo têkbirina faşîzmê me stratejiya dernexistina namzetê serokkomariyê diyar kir. Ji bo têkbirina faşîzmê jî me biryar da ku em piştevaniya Kemal Kiliçdaroglû bikin.”

‘Hedefa me ya stratejik Komara Demokratîk e’

Sancar destnîşan kir ku wan daniye pêşiya xwe ku bi rêjeyek zêde Partiya Çepên Kesk bibin Meclisê û got: “Em xwe wek hêza esas a ku rê li demokrasiyê veke û rêya Komara Demokratîk vebike dibînin. Helbet ji bo em dawî li rêveberiya yek zilamî bînin girîng e. Ev hedefa me ya stratejik e.”

‘Aktorê siberoja avakar’ 

Sancar bal kişand ser hêza wan di siyasetê de û wiha got: “Heke em di demokratîkbûnê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, edaletî rastî û aştiya mayînde de bi hêz bin, her tişt mimkûn dibe. Em xwe wek aktorê siberojê ya avakar dibînin. Ji bo avakirina Komara Demokratîk û teminata aştiya mayînde, em hêza motorê ne. Em li bin dara Partiya Çepên Kesk werin ba hev.”

‘Mohra xwe li binê dar a kesk bixin’

Sancar anî ziman ku ji bo siberojek demokratîk divê her kes piştevaniya Partiya Çepên Kesk bike û wiha got: “Ez bang li hemû gelan dikim ku ji bo destpêkek nû û jiyanek nû ya azad û wekhev mohra xwe li binê dara Partiya Çepên Kesk bidin. Wê encamên hilbijartinê ji bo heyamek nû bibe destpêk.”

‘Em senaryoyên wan yên qirêj pûç bikin’

Sancar bal kişand ser provokasyonên li ser medya dîjîtal tên birêvebirin û tê xwestin atmosfera tirsê bê çêkirin û wiha got: “Li Tirkiyeyê tu îradeyek bi ser îradeya gel re tiştek tune ye. Îktidar dixwaze bi her awayî kampanya hilbijartinê ya mûxalefetê asteng bike. Dixwazin baweriya gel bitirsînin. Îktidar di bin re vê propagandayê dike. Divê em rê nedin van senaryoyên wan. Divê em xwe li dora demokrasiyê bikin yek û hemû plan û senaryoyên wan qirêj jî pûç bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar