Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sancar: Ji rûdana li Garê, desthilatdar berpirsyar e

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku ji kuştina leşker û polîsên li Garê, desthilatdariya AKP-MHP'ê berpirsyar e û destnîşan kir ku desthilatdar ji bo sûcê xwe binixumîne HDP’ê sûcdar dike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê nirxand, ku di encamê de 13 leşker, polîs û personelên MÎT’ê yên dîlgirtî ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin.

Sancar diyar kir ku ev yek di asta herî bilind û giran de binpêkirina hiqûqa mirovane ya navneteweyî ye û wiha got: “Pêwîstiya me niha bi heqîqetê heye. Divê bi rengekî bêşik û bêguman bê aşkerakirin ku çawa hatine kuştin. Ev yek înfaz e, yan jî kuştina ji ber bombardûmanê ye? Yan jî bi rengekî cuda hatine kuştin? Ez vê yekê bêjim: Çawa hatibin kuştin jî ev rewş teqez ne ya qebûlkirinê ye. Em vê yekê bi rengekî aşkera şermezar dikin. Lê şermezarkirin têrê nake, pêwîstiya me bi rastiyê heye. Eger rastî neyê aşkerakirin, ne edalet, ne jî aştî pêk tê. Divê rastî û berpirsyarên wê bêteredût bên aşkerakirin.”

Komkujiyên bi destê dewletê hatine kirin

Sancar bi pirsa ‘Çima em rastiyê dixwazin?’ wiha dewam kir: “Ji ber ku divê ne li bendê bin ku em bêşert, bêîtiraz ji gotinên wezîran û hikûmetê bawer bikin. Em bala xwe bidin ser dîroka xwe ya dema nêz. Bala xwe bidin ser 40 salên dawî. Dayîna 2-3 mînakan têrê dike. Min ev mînak jî bi taybetî ji nava yên dadgehê biryar li ser dane hilbijart, her wiha bi rengekî aşkera li pêş çavan bûn. Yek ji wan komkujiya Kûkonar û Koçagali ye. Sala 1994’an di encama bombardûmana balafirên şer de li van gundan 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ez ê gotinên hikûmetê û wezîran ên wê demê bi bîr nexînim ji ber ku ne hêja ye. Komkujiyeke din heye, komkujiya Basayê. Sala 1996’an li navçeya Basayê ya Şirnexê 11 gundî di hundirê mînîbusekê de bi fîşekê hatin kuştin û piştre hatin şewitandin. Yên ku dixwazin bizanibin ka rayedaran wê demê çi gotibûn, bila lêkolîn bikin.

Bûyereke din a giran jî komkujiya Roboskî ye, hîn demeke kurt beriya niha qewimî. Di bîra mirovan de ye. Ne pêwîst e ku em zorê bidin xwe bê wê demê hikûmetê, berpirsyaran, rayedaran çi gotin, tên zanîn. Rastî jî li pêş çavan e. Bi bombardûmana balafirên şer 34 mirovên me hatin qetilkirin ku piraniya wan zarok bûn.”

‘Em ê li pey rastiyê bin’

Di axaftina xwe de Sancar destnîşan kir ku rastî çi dibe bila bibe, bi çi rengî hatibin kuştin jî helwesta HDP’ê diyar e û ev tişt anî ziman: “Komkujiyeke bi vî rengî hem ji aliyê mirovahiyê hem jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve ne ya qebûlkirinê ye. Em vê yekê şermezar dikin û em ê her tim li pey rastiyê bin. Rê û rêbazên aşkerakirina rastiyê jî diyar e. Ev yek di hiqûqa navneteweyî de jî heye, eger ev têrê neke rê û rêbazên hiqûqa navneteweyî yê pê bawer hene. Yek ji wan jî avakirina komîsyoneke serbixwe ye.”

Desthilatdar berpirsyar e

Sancar diyar kir ku berpirsyariya desthilatdariyê ne tenê di vir de ye, her wiha desthilatdariya xwe ya siyasî jî heye û wiha axivî: “Di van her du mijaran de berpirsyarî bi rengekî aşkera û teqez a desthilatdariyê ye. Ya destpêkê şêweyê lidarxistin operasyonê ye, ya duyemîn jî nenirxandina rêyên li derveyî operasyonê ye.”

Mîthat Sancar bal kişand ser daneyên Komeleya Mafên Mirovan û diyar kir ku li gorî van daneyan di navbera salên 1990-2010’an de 335 kesên ji aliyê PKK’ê ve dîl hatin girtin di encama hewldan û têkiliyê de temamiya wan bi saxî hatin berdan û gihîştin malbatên xwe.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser hewldanên malbatên û bi bîr xist ku malbatan di salên 2015, 2016 û 2019’an de serdana partiya wan kir û wiha pêde çû: “Hevalên me tevî malbatan derketin pêşberî çapemeniyê û axivîn. Her carê malbat gihîştin ber girêkê lê girêka dawî nehate vekirin. Ew girêk çi bû? Ew jî navêtina gava desthilatdariyê bû. Yên ku meraq dikin ku ji desthilatdariyê çi dihate hêvîkirin, bila li nameyên 13 mirovan binêrin. Tiştekî ji rêzê dixwestin. Daxwaza wan ew bû ku desthilatdarî vê gavê biavêje ku ev mirov serbest bibin. Wê bi vî rengî bigihaşta malbatên xwe.”

Sancar destnîşan kir ku desthilatdariyê berpirsyariya xwe bi cih neanî û wiha domand: “Bi çi rengî hatibin kuştin jî ji ber ku desthilatdarî nekete nava hewldanan, berpirsyariya xwe ya siyasî mezin e. Lewma ev desthilatdarî berpirsyar e. Neçar e ku hesabê vê bidin.”

‘Ji bo sûcên xwe binixumînin me sûcdar dikin’

Mîthat Sancar diyar kir ku ew naxwaze polemîkê bike û wiha got: “Lê belê divê vê yekê bêjim. Desthilatdarî ji bo berpirsyariya xwe ya li Garê binixumîne me sûcdar dike. Ne tenê vê dike, ji bo muxalefetê jî bike hevparê sûcê xwe, dixe pey xwe ku ev yek operasyoneke nû û giran e. Divê haya her kesî ji vê hebe. Ev yek operasyonek li dijî hêviya demokrasiyê û li dijî siyaseta demokratîk e.”

Her wiha Sancar destnîşan kir ku çi dikin bila bikin fê nikaribin wan ji rêya wan vegerînin û ji niha û pê ve jî bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. ENQERE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar