Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şandeya DYA’yê daket Rojhilata Navîn

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di ser rêveberiya nû ya Biden re 3 meh derbas bûn, va ye Bett McGurk, bi şandeyek xwedî erkên giran, derbasî gera 7 rojî ya Rojhilata Navîn dibe. Piştî çend dewletan, rojên 4 û 5 ên gulanê, gera xwe li Bexdayê û Hewlêrê dewam kir.

Qasî ku li çapemeniyê diyar dibe, ji bilî gotinên gilover, tu gotinên şênber nayê dîtin.

Weke tê zanîn McGurk, li Kurdistanê gelek kar kiriye, kurdistanî wî baş nas dikin û ew jî Kurdistanê, kurdistaniyan û Tevgera Kurdistanê baş nas dike. Hem jî bi çavekî erênî lê tê nerîn û lewma jî bendewarî gelek jê hebû. Her wiha berovajî vêna, dewleta AKP-MHP’ê jî, ji wî pir aciz bû. Belê ger bêdeng derbas dibe.

Hêj nû ye hatina wî. Heta vê saetê jî, her çendîn kêmek lawazî hebe jî, her ew siyaseta Trump a nebaş a ku Serêkaniyê û Girê Spî radestî dewleta qirker a AKP-MHP’ê kir hatiye meşandin. Îca ka em ê bibînin, gelo her ew siyaseta qirêj ew ê were domkirin an ew ê li gorî bendewarî tê kirin, guhertinek mirovahî  were çêkirin?

Hem bi giştî û hem li herêma Rojhilata Navîn, gav bi gav siyaset germ dibe.

Li Londonê, civîna G7‘an, piştî 2 salan rûberû pêk hat. Piştî mehek din, dîsa li Îngilistanê, vê carê serokdewletên wan li hev dicivin. Dewleta Awustralya, Hindistan, Koreya Başûr û Afrîkaya Başûr jî vexwendî vê civînê bûn.

Li gorî gotina wan, di rojeva wan de mijara sereke; Libya, Îran û Myanmar bû. Lê mirov di nava gotinên wan de dibîne ku bi bingehîn mijara wan Rûsya, Çîn û Îran bûye. Lewma ew dewletên din jî vexwendine civînê, da ku eniya li dijî Çîn û Rûsyayê xurtir bikin.

Van bûyerên hat gotin û yên were gotin hemû di vê hefteyê de pêk hatine. Tê wateya ku hemû bi hev ve peywendîdar in.

Li DYE’yê doza Halkbankê ket dadgehê. Di vê dozê de mijara sereke, tawanbariya Tirkiye û Îranê ya hevpar e. Jixwe Riza Zaraf, navê R.T.Erdogan jî xistiye nava van dosyayên karê qirêj!

YE, gelek peymanên ku li gel Çînê îmze kiri bûn, dan rawestandin. Xwedê giravî ji bo ku Çîn zilmê li tirkên uygur dike ev biryar standine!

Almanya, komelên îslamî yên bi navê ANSAAR INTERNATIONAL hemû hatin girtin û dest da ser hemû kar û barên wan. Ev sazî yan rêxistin, bi temamî girêdayî AKP’ê ye û li Tirkiyeyê jî komele û avahiyên wan bi berfirehî li Bursa, Kayserî û hwd.pir bajaran hene.

Wezîrê Bergirî H.Akar, Serokê MÎT’ê û hinek fermandarên leşkerî bi hev re, di vê hefteyê de, hem çûn Libyayê hem çûn başûrê Kurdistanê. Ji her du welatan jî, rexneyên mezin xwarin. Libya, li rûyê wezîrê derve Çavuşoglu, li ber medyayê û zindî got; divê hemû hêzên biyanî û çekdarên kirêkirî ji welatê me derkevin! Hema bi heman naverokê, rêveberiya Bexdayê jî, bi tundî rexne li Tirkiyeyê kir û bi taybetî jî nerazîbûna xwe nîşan da, li dijî gera H.Akar a ku bê agahiya wan derbasî xaka Iraqê bûye û çûye baregehên xwe yên leşkerî ku di nava sînorê Iraqê de seredan kiriye!

Van bûyeran hemû, armanca DYE û YE’yê ya hevpar nîşan dide: dijberiya Çîn û Rûsya ye. Helbet gelek bûyer û mijarên din ên li dora vê armancê dizîvirin hene. Wek mînak aloziya Deryaya Reş û rakêşa navbera Rûsya û Ukraynayê, tetbîqatên li Yewnenistanê, nakokiyên navbera Hindistan û Pakistanê û hwd.

Di vê çarçovê de dixwazin Tirkiyeyê jî li gorî vê armanca xwe bidin xebitandin. Bi taybetî jî li dijî Îranê. Jixwe nakokiyên wan li Iraq û Sûriyeyê hinek tûj bûne.

Bêgûman li vir rola Kurdistanê û tevgêra kurdan gelek girîng e. Helbet van dewletan vêna baş zanin û li gorî berjewendên xwe dipîvin û tevdigerin. Her wiha, bawer dikim kurd jî van mijaran hemûyan, ji berê baştir dibînin û ew jî li gor van, piralî-heralî tevdigerin.

Nûçeyên Têkildar