Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şandeya Fransayê MSD û rêveberiya xweser ziyaret kir

Şandeyeke ji Parlamentoya Fransayê hate herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi rayedarên rêveberiya xweser û MSD’ê re hevdîtin kir. Di serdanê de şandeyê li ser darizandina DAIŞ’ê heta tevlêbûna MSD’ê ya di pêvajoya çareseriyê de, gelek mijar nirxandin

Şandeyeke fransî ku ji serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê Mariel de Sarnes û Demire Le Bon, serokê Beşa Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê Patric Francesci û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Fransayê Xalid Îsa pêk dihat, hate Eyn Îsa ya Girê Spî.

Şande di serî de çû serdana Navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şande ji hêla hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Umer û cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Elîzabêt Gewriyê ve hate pêşwazîkirin.

‘Rêveberiya xweser rêya çareseriyê ye’

Di serdanê de şandeyê xebatên rêveberiyên xweser û astengiyên heyî guhdar kir. Şandeyê destnîşan kir ku ew bi tecrubeya rêveberiya xweser keyfxweş bûne û weke rêya rasteqîn a pêkanîna çareseriya demokratîk pênase kir. Şande piştre jî çû serdana Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD). Şande ji hêla hevseroka MSD’ê Emîne Umer, endamên Buroya Têkiliyan a MSD’ê Ferhad Ehmê û Jiyan Mela û endama Buroya Jinan a MSD’ê Dibeya Nasir ve hate pêşwazîkirin.

Pêvajoya piştî DAIŞ’ê

Hevserokên MSD’ê di serdanê de xebatên xwe yên piştî qonaxa şer vegotin û ev agahî dan: “Xebata me ya leşkerî ya niha, ji bo tunekirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê yên li herêmê ne. Li hêla din jî em binesaziya herêma xwe ji nû ve ava dikin. Bi vê yekê re jî em dixwazin koçber careke din li warên xwe vegerin.”

Xelat Parlamentoya Fransayê

Şandeyê têkildarî avakirina dadgeheke navdewletî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê bi rayedarên MSD’ê re axivîn. Şandeyê her wiha bal kişand ser rola MSD’ê û daxuyand ku divê rola MSD’ê mezin bibe da ku tev li pêvajoya çareseriya krîza Sûriyeyê bibe. Şandeyê xelata rêzdariyê ya Parlamentoya Fransayê pêşkêşî rêveberiya xweser û MSD’ê kir. GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar