PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şandeya HDP’ê Kiliçdaroglu û KESK ziyaret kir

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pê re, serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û navenda giştî ya KESK’ê ziyaret kir. Di serdanan de hemû hemfikir bûn ku tayînkirina qeyûman darbeyeke siyasî ye. Temellî di serdanê de destnîşan kir ku li dijî biryara tayînkirina qeyûman divê hemû gelên Tirkiyeyê di heman eniyê de li ber xwe bidin

Şandeya bi pêşengtiya hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî pêk tê, di çarçoveya hevdîtinên Destûra Bingehîn a Demokratîk, Paketa Darazê û Tifaqa Demokrasiyê de serdana serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kir. Piştre jî Temellî tevî şandeya pê re çû Navenda Giştî ya KESK’ê û bi serokê giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên KESK’ê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê, heyeta bi pêşengtiya hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî  pêk dihat, serdana Navenda Giştî ya CHP’ê kir. Di şandeyê de serokwekîlê Meclisê yê HDP’ê Mîthat Sancar, serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û alîkarê Hevserokê Giştî Alîcan jî amade bûn.

‘Hemfikirin ku qeyûm darbeya siyasî ye’

Heyet li navenda giştî ya CHP’ê bi Kemal Kiliçdaroglu re civiya. Li gorî daxuyaniyê, li gel Kiliçdaroglu serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç, alîkarê Serokê Giştî Ogûz Kaan Salici û berdevkê partiyê Faîk Oztrak jî amade bûn. Daxuyanî wiha dom kir: “Di hevdîtina li gel CHP’ê de di serî de darbeya bi qeyûman dîsa tifaqa demokrasî, destûra bingehîn a nû, mijarên mîna refromê hatin nirxandin. Di nixandinên pêşberî hev de hate bibîrxistin ku desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve hemfikirin ku darbeyeke siyasî ye.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bal hat kişandin ser helwesteke hevpar û bibiryar a ji bo parastina nirx û rêbazên demokrasiyê. Di hevdîtina baş de divê hemû muxalefetên welat di mijarên girîng de li hev bişêwirin. Bi hev re li çareseriyê gerandin bi nirx dîtine.”

Şande çû serdana KESK’ê

Şandeya HDP’ê piştre jî serdana Navenda Giştî ya KESK’ê kir û bi serokê giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên KESK’ê re civiya. Di hevdîtinê de Bozgeyik anî ziman ku desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ‘darbeyeke siyasî’ ye û dê têkoşîna demokrsiyê bilindtir bikin.

Temellî: Rejîma heyî aqilê xwe winda kiriye

Di civînê de Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku ew li Tirkiyeyê bi darbeyeke sivîl re rû bi rû ne û wiha domand: “Rejîmeke otorîter û dewleteke ku aqilê xwe winda kiriye, dewleteke ku li gorî destûra bingehîn tevnagere heye. Ev dewlet vîna gel û encama sindoqan napejirîne, qeyûmên ku demek dirêje van bajaran bi rêve birin, dîsa bi qeyûman dixwazin rejîma xwe li ser me bisepîne. Em dibînin di Rewşa Awarte de bi isra in, di qeyûman de bi israr in.”

‘Dibe ku sibê qeyûman tayînî Îzmîrê jî bikin’

Temellî diyar kir ku qeyûm tundî ye û wiha derbirî: “Em dixwazin ku hevalên me di zûtirin dem de vegerin ser erka xwe. Biryara wan sûc e û divê jêvegerin. Li her devereke Tirkiyeyê her kesên xwedî wijdan ji vê biryarê nerazî ne. Ger ku em nerazîbûnê nîşan nedin, dê qeyûman tayînî her devereke Tirkiyeyê bikin. Ger îro qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kiribin, dibe ku sibê tayînî Îzmîr, Stenbol û Antalyayê jî bikin.”

Destûra bingehîn

Di berdewamê de jî Temellî got ku dosyayeke wan heye û bi dawî kir: “Ev dosya, banga têkoşîna demokrasiyê ye. Di vê dosyayê de di mijara Destûra Bingehîn de metna me ya stratejîk heye. Ev metna stratejî, li ser bingehê welatîbûneke wekhev, li gel destûra bingehîn a demokratîk wê bidome. Divê  gelên li vî welatî destûra xwe ya bingehîn binivsînin. Yek ji rêya bidawîkirina vê darbeyê, bilindkirina têkoşîna demokrasî û kedê ye. Qeyûm dizî û gendelî ye. Çavkaniyên girêdayî gel desteser dikin. Ji bo destesernekirina mafên gelan divê hemû kedkar, jin û beşên Tirkiyeyê bên ba hev. Divê têkoşîna destûreke bingehîn bidin, têkoşîna darazeke serbixwe bidin.”

Piştre Temellî bersiva pirsên rojnamevanan bersivandin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar