Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Şandeya hunermendan serdana Wezareta Pêşmergeyan kir

Şandeyek hunermendên Kurdistanê ku bi Wezareta Pêşmergeyan re civiyan, ji wezaretê xwestin di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer de rû nede. Hunermendan diyar kirin ku wezareta pêşmergeyan ji wan re gotiye ku ew jî naxwazin di navbera gerîla û pêşmergeyan de şer derbikeve

Şandeyek ji hunermendên Kurdistanê ku ji Ewropayê serdana başûrê Kurdistanê kirine, li Hewlêrê serdana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê kir. Şande ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û piştre daxuyanî dan çapemeniyê.

Şandeyê ji wezaretê xwestin ku di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer rû nede.

Hunermend Şivan Pewer jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em weke hunermendên kurd hatine Başûr û me daxwazên xwe gihandin Wezareta Pêşmergeyan. Wezaretê em bi germî pêşwazî kirin û em kêfxweş bûn.”

Şivan Perwer da zanîn ku bûyerên rû didin bûne sedem ku gelê kurd pê biêşe û wiha axivî: “Dijminên gelê kurd dixwazin kurd li hemberî hev şer bikin, em dizanin û divê her kes jî vê bizane. Başûrê Kurdistanê ji bo gelê kurd destkeftiyek mezin e. Divê em herêmê weke çavê xwe biparêzin. Ji bo aştiyê çi erkek bikeve ser milê me hunermendan, em amade ne û ku derê pêwîst be em ê serdana wir bikin.”

Em naxwazin peşmerge û gerila şer bikin

Piştî wê hunermend Diyar Dersim jî pirsên rojnamegeran bersivand û ev tişt anî ziman: “Me tikaya hunermendan ji bo Wezareta Pêşmerge anî. Em dixwazin pêşmerge erk û rolek erênî bigire ser xwe. Em naxwazin di navbera pêşmerge û gerîla de tu şerek biqewime. Çawa ku li Kerkûk û Kobanê pêşmerge û gerîla bi hev re dijî dijmin şer kirin, îro jî em dixwazin heman ruh derkeve holê. Bila dayikên Kurdistanê carek din rondik ji bo şehîdên navxweyî nerijînin.”

Diyar Dersim anî ziman ku wan weke hunermendên vî gelî, daxwaz ji pêşmergeyan kirin û Wezreta Pêşmergeyan jî soz da wan û wiha bi dawî kir: “Wezareta Pêşmerge soz da me ku ew ê şerê navxweyî nexwazin. Ji ber ku şer tenê xizmeta dewleta tirk a dagirker dike. Em ê serdana saziyên ragihadinê jî bikin û sibê daxuyaniyekê bindin çapemeniyê.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar