Şandeya KCD’ê, DBP’ê, HDP’ê û HDK’ê ji bo lêkolînan bike diçe herêma erdheja li Elbakê
Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo lêkolînan bikin dê biçe gundên navçeya Elbaka Wanê ku erdhej lê pêk hatibûn. Şande wê îro biçe serdana gundan û beşdarî şîna welatiyên jiyana xwe ji dest dabûn bibe.
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, endamên Meclîsa HDP’ê û hevşaredarên HDP’yî dê di şandeyê de cih bigirin. ENQERE