Hevdîtinên şandeya KNK’ê ya li gel aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê berdewamin. Di vê çarçoveyê de şevê din şande li Hewlêrê li gel Hizba Demokrat a Beyt Nehrîn civiya. Şande ji aliyê Sekreterê Hizba Demokrat a Beyt Nehrîn Romeo Hekarî û endamên serkirdayetiya partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Hevserokê KNK’ê Ahmet Qeremûs destnîşan kir ku armanca wan a serdana Hizba Demokrat a Beyt Nehrîn ji ber konferansa sed saliya Peymana Lozanê ye ku bi mebesta yekdengî û piştgiriya aliyên kurd yên li başûrê Kurdistanê girtine.
Her wiha Qeremûs diyarkir ku ew ê ji bo yekrêzî û piştgiriya aliyên siyasî serdana tevayî aliyên partiyan bikin. Qeremûs got, “Em vê yekê di vê demê de wek erkek xwe yê netewî û nîştimanî dizanîn. Piştgirî û yekdengiya aliyan ji bo yekrêziya gelê kurd pêwîstiye.”