Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Şandeya KNK’ê bi kurdên feylî re hevdîtin kir

Şandeyeke KNK’ê di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de bi Rêxistina Kurdên Feylî Bo Mafê Mirovan re hevdîtin kir. Beşdaran diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe xurt bikin û ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan bixebitin

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji 1’ê kanûnê ve li başûrê Kurdistanê xebatên ji bo yekitiya neteweyî ya kurd dimeşîne, îro jî çû serdana Rêxistina Kurdên Feylî ya Mafên Mirovan. Şande ji aliyê seroka rêxistinê Nezîra Îsmaîl Kerîm û endama lijneya rêxistinê Esra Feylî ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de şandeya KNK’ê der barê avasaziya KNK’ê, her wiha xebatên wê yên ji bo yekitiya neteweyî agahî dan. Endamên şandeyê jî destnîşan kirin ku berxwedanên li bakur û rojavayê Kurdistanê, kurd zêdetir nêzî hev kirine. Endaman diyar kir ku kurdên feylî jî gelek êş kişandine, lewre pêwîste kurd hemû hevkariya hev bikin û yekitiya xwe ava bikin.

Dixwazin bi KNK’ê re bixebitin

Rêveberên rêxistinê keyfxweşiya xwe ya ji bo serdana şandeya KNK’ê anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî. Reveberan got ku ew dixwazin bi KNK’ê re xebatan bimeşînin. Piştî hevdîtinê endama Konseya Rêveber a KNK’ê Şehla Hafîd û seroka Rêxistina Kurdên Feylî Bo Mafê Mirovan Nezîra Îsmaîl Kerîm ji Rojnewsê re axivîn.

Hewl didin pêwendiyan xurt bikin

Şehla Hafîd anî ziman ku ew gelek girîngiyê didin kurdên Feylî û wiha pê de çû: “Me di hevdîtinê de qala pirsgirêkên kurdên feylî kir û rêyên çareseriyê nîqaş kirin. Li ser pirsgirêkên feyliyan me heta niha 3 konferans li dar xistine. Em niha jî hewl didin pêwendiyên bi komîteya kurdên feylî, rêxistin û saziyên li Herêma Kurdistanê û Iraqê re xurt bikin.”

‘Em dixwazin xizmetê ji gelê kurd re bikin’

Nezîra Îsmaîl Kerîm jî têkildarî mijarê wiha got: “Em dixwazin bi KNK’ê re hevkarî bikin. Ji ber ku armanca me hemûyan yeke. Weke miletekî serbilind, divê em nîşanî gelên cîhanê bidin ku em kurd yekin. Me beriya niha dixwest tev li kongreya KNK’ê bibin. Lê mixabin ji ber pirsgirêka vîzeyê pêk nehat. Em dixwazin hevkariya hev bikin û xizmetê ji gelê kurd re bikin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar