Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şandeya KNK’ê di pêşengtiya Ehmed Qeremus de serdana başûrê Kurdistanê kir 

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus da zanîn ku armanca wan a sereke helwestek hevpar a aliyan li hember 'Peymana Lozanê' derxistina holê ye.

Di saetên beriya nîvro de şandeyek ya KNK’ê bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şande li Silêmaniyê li gel Komela Zehmetkêşanî Kurdistan civiya. Şande ji aliyê Cîgirê Sekreterê Komela Zehmekêşanî Kurdistan Reza Kebî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî civînê Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus derbarê hevdîtin û armanca seredana xwe ya ji bo başûrê Kurdistanê de ji çapemeniyê re axivî. Qeremus got: “100 sal di ser Peymana Lozanê re derbas dibe. Di wê peymanê de Kurdistan hat parçekirin û encamên gelek xirab bixwere anî. Şandeya KNK’ê dixwaze helwest û nerazîbûna hevbeş a kurd û Kurdistaniyan li tevayî Kurdistan û Ewropayê li dijî vê peymana Lozanê nîşan bide.”

Qeremus di dewamê de diyarkir ku wê di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de li dijî Peymana Lozanê gelek çalakiyên wek; Konferans, panel, xwepêşandan, pêşangeh, hevdîtinên siyasî yên navdewletî werin lidarxistin. Qeremus aşkere kir wê di dawiyê de jî konferansek li ser asta giştî li bajarê Lozanê were lidarxistin û di wê konferansê de wê ji hemû pêkhate, kesayet û partiyên siyasî yên Kurdistanê tevlîbûn çêbe. Qeremus da zanîn wê di konferansê de hemû beş û pêkhateyên Kurdistanê îrade û nerazîbûna gelê kurd li dijî peymana Lozanê nîşan bidin.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus daxwaz ji saziyên çapemeniyê kir ku karek cidî li ser ziyanên ku peymana Lozanê bi kurdan gihandiye bikin û got: “Armanca me ya hatina başûrê Kurdistanê ewe ku em li gel tevayî partî, aliyên siyasî, rêxistin û pêkhateyan bicivin û bi hevre helwestek hevpar li dijî peymana Lozanê nîşan bidîn. Ji berku heta niha çi qirkirin, jenosîd û komkujî bi serê gelê kurd hatiye, sedem Peyman Lozanê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar