Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Şandeya Mexmûrê bi nûnertiya NY’yê re hevdîtin kir

Şandeyeke ji Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo pirsîna aqûbeta Bêwar Emîn Tahir, Osman Nadir Hacî û 4 welatiyên din ên ji wargehê ku ji hêla asayîşa PDKê ve hatine revandin, bi nûnerên NY’yê yên li Hewlêrê re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê xwest daxuyaniyê bide lê rastî êrîşa asayîşa PDK’ê hat

Endamê dîplomasiyê yê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî, di 13’ê hezîranê de li Hewlêrê ji hêla hêzên îstîxbaratê ‘Parastin’ ya PDK’ê ve hatin revandin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Tahir û Hacî nayên girtin. Dîsa beriya wê, welatiyên bi navên Serhat Elî Mûstefa, Salih Ebdullah Nezîr, Mûsa Silêman Ehmed û Emîn Ehmed Derwêş ên wargehê ku ji bo karên cuda li deverên cuda yên bajarên Başûr dixebitiyan, hatibûn revandin û li Asayîşa Giştî ya Hewlêrê ku di heman demê navenda giştî ya Parastinê ye, tên ragirtin.

Ji bo ku aqûbeta Tahir û Hacî û 4 welatiyên din bipirsin, heyeteke ji 13 kesan ku hem ji rêveberên wargehê û hem jî ji malbatên Tahir û Hacî pêk dihat, xwestin biçin Hewlêrê û bi beşa siyasî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê re bicivin. Heyetê xwest ku sedema girtina van kesan û cihê wan hîn bibin û bên berdan.

Asayîşê êrîşî şandeyê kir

Şandeya Mexmûrê li Hewlêrê bi rayedarên NY’yê re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî şandeyê xwest daxuyaniyê bide. Lê asayîşa PDK’ê êrîşî endamên şandeyê kir û nehişt ku daxuyaniyê bidin. Bi vê sedemê jî heyet vegeriya Mexmûrê.

Bêwar Emîn Tahir ev demekî dirêj e xebatên dîplomasiyê, bi taybet jî ji bo çêkirina nasname û gelek mijarên cuda ve hatiye peywirdarkirin û li ser vê mijarê bi heyetên Bexda û dîsa gelek saziyên peywendîdar ên Hewlêrê re civîn çêkirine. Dîsa welatiyên din ên hatine girtin, welatiyên bi salan penaber in û ji bo debara xwe û karên cudatir li başûrê Kurdistanê kar dikin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar