PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Şandeya MSD û Rêveberiya Xweser serdana Rûsyayê kir

Şandeyeke MSD û Rêveberiya Xweser li Rûsyayê ne. Şande li Moskovê bi nûnerên wezareta derve re civiya. Hat gotin ku hevdîtin erênî derbas bûne

Navenda Nûçeyan |

Şandeyeke MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hin hevdîtinan serdana Rûsyayê kir.

Ofîsa Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî serdana şandeyê daxuyaniyek da û wiha got: “Li ser vexwendnameyeke fermî ya Wezareta Karûbarên Derve ya Rîsyayê îro şandeyeke MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serokatiya Îlham Ehmed bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê a bi serokatiya Mikhail Bekdanov re civiyaye.”

Der barê navaroka hevdîtinê de jî wiha hat gotin: “Hevdîtin erênî bû, li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê li gorî biryara navneteweyî 2254 û pêwîstiya tevlêkirina MSD’ê di xebatên siyasî de hat misogerkirin û sûcên domdar ên Enqereyê yên li dijî serdestiya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye par jî di meha îlonê de şandeya MSD’ê bi serokatiya Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re civiyabû. MSD’ê ji Rûsyayê xwestibû ku piştgiriya opozîsyona nîştimanî ya demokratîk bike û roleke bingehîn di diyalogan de bilîze da ku gavên cidî ber bi çareseriya siyasî ve werin avêtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar