Navenda Nûçeyan |
Şandeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, Cîgirê wê Hîkmet Hebîb, Serokê Yekitiya Suryenan Senherîb Barsûm û nûnerê MSD’ê yê Misrê Sîhanok Dîbo pêk tê çû paytexta Rûsyayê Moskovê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Nûnerê MSD’ê Sîhanok Dîbo wiha gotiye: “Şandeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk li ser vexwendineke fermî ya wezareta derve ya Rûsyayê di 27`ê vê mehê de gihîşt Moskovê.”
Dîbo diyar kir ku dê duşemê bi civîneke çapemeniyê mûzakereyeke di navbera MSD’ê û Partiya Vîna Gel de bê îmzekirin. Di heman rojê de dê hevdîtin bê kirin.
Dîbo da zanîn ku dê navaroka mûzakereyeke lihevkirinê pişt re bê belavkirin û dê pîvanên sereke yên peymaneke civakiya nû ya Sûriyeyê bigire nava xwe ku dê rê li hewldanên dagirkirin û parçekirina Sûriye û avakirina sîstemeke navendî ya zordar, bigire û ev tişt anî ziman: “Em dikarin bêjin, mûzakereya bê îmzekirin dê tiştê herî baş ku heta niha hatiye kirin be. Dê sûdê li tevahiya cografiya Sûriye û hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi taybetî li opozisyona niştîmanî ya demokratîk bike. Em dikarin bêjin ku nuqteyek guhertinê ya rasteqîn e.”