PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana Fransayê kir

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû serdana senatoya Fransayê û hevdîtin bi senatorê Fransî re kirin.

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 24′ê adara 2023′yan de çû serdana senatoya Fransayê. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka YPJ′ê Rûksan Mihemed, berdevkê YPG′ê Nûrî Mehmûd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa di heyetê de cih girtin.

Li gorî malpera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heyet bi senator Pierre Laurent re li avahiya Senatoyê ya li Parîsê rûniştiye.

Di hevdîtinê de krîza li Sûriyeyê ya ku 12 sal in çareser nebûye, hate nîqaşkirin.

Herdu aliyan astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî yên ku Rêveberiya Xweser pê re rû bi rû dimîne, her wiha gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên ku îstîqrara herêmê xira dikin û dikevin xizmeta çeteyan, nîqaş kirin. Sûcên li herêmên dagirkirî yên mîna qetilkirin, girtin û guhertina demografyayê ên ji hêla çeteyên dewleta tirk a dagirker û dewleta tirk a dagirker ve tên kirin, di şeva Newrozê de qetilkirina 4 kesên ji heman malbatê, rojevên sereke yên nîqaşê bûn. Hat destnîşankirin ku divê Fransa û civata navneteweyî li hember van dosyayan berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

Pierre Laurent, fedakariyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyan daye hêja dît û sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê û ji malbata şehîdên li Cindirêsê re xwest.

Pierre Laurent careke din diyar kir ku ew ê destekê bidin Rêveberiya Xweser, hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û Fransayê de bi pêş bixin da ku li hember ‘terorê’ bisekinin û ji krîza Sûriyeyê re çareyeke aştiyane û demokratîk bibînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar