Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Şandeya SPD serdana HDP’ê kir

Serokê Giştî yê SPD’a Almanyayê ê bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar re hevdîtin kir, anî ziman ku zextên li dijî siyasetmedarên mûxalîf û HDP’ê nayên qebûlkirin.

Şandeya di serokatiya Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Civakî (SPD) ya Almanyayê Lars Klingbeil de, serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya partiyê Feleknas Ûca û Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç pêşwazî kir.

Piştî hevdîtina li navenda partiyê hate kirin Sancar û Klingbeil civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Serokê Giştî yê SPD’ê Lars Klingbeil, spasiyên xwe pêşkeşî Sancar kir û ev tişt got: “Em gelek bi nazik û dostane hatin pêşwazîkirin. Em li ser geşedanên siyasî yên guncav ên li Tirkiyeyê axivîn û her wiha li ser rewşa herêma erdhejê axivîn. Bi şandeyeke ji Almanyayê re hat du roj û nîvan li Stenbol, Enqere û herêma erdhejê me serdan kirin.”

‘Em ê pêvajoyê ji nêz da bişopînin’

Klingbeil, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê zextên li dijî HDP’ê û siyasetmedaran nayên qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Weke Serokê SPD’ê dibêjim ku bi awayekî zelal em ê di rojên pêş de pêvajoyê bişopînin. Me dît ku HDP û parlamenterên partiyên din bi zextan re rû bi rû ne. Nayê qebûlkirin ku mûxalîfên siyasî û mirovên cuda difikirin, bi vî rengî ji siyasetê bên dûrxistin. Nayê qebûlkirin ku şaredarên bi dengê gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê bên girtin û bixin girtîgehan. Me ragihand ku em ê tiştên li Tirkiyeyê diqewimin ji nêz ve bişopînin û nêrîna xwe ya siyasî bînin ziman. Ne pêkane ku prensîbên dewleta hiqûqê bên betalkirin.”

‘Têkiliyên me yên xwişk û biratiyê hene’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî ji ber serdanê spasiyên xwe pêşkeşî şandeya SPD’ê kirin û wiha got: “Em vê serdanê gelek bi nirx dibînin. Bi SPD’ê re têkiliyên me yên xwişk û biratiyê hene. Ji xwe em di diyalogê de ne. Ev şande ji bo ku li herêmên erdhejê çavdêriyê bike û tevkariyê li piştevaniyê bike serdan kirin. Lê di heman demê de ji bo partiyên dost û derdorên din ên siyasî re li ser rojevê biaxivin bernameyek diyarkirine.”

‘Berpirsyarê erdhejê desthilata siyasî û ev pergal bi xwe ye’

Sancar, bi lêv kir ku di hevdîtinê de li ser geşedanên siyasî axivîne û wiha berdewam kir: “Me dan û standina nêrînan kir. Tirkiye di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibe, di pêşiya me de hilbijartin hene. Berpirsyarê erdhejê desthilata siyasî û ev pergal bi xwe ne.

‘Dan û standina bi hêzên demokrasiye re wê bidomin’

Di pêvajoya hilbijartinê de wê dan û standina agahiyan û piştevanî berdewam bike. Hem bi SPD’ê re hem jî bi derdorên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û qada navnetewî re bidomin. Ji ber vê yekê serdana SDP’ê rêzdar Klingbeil gelek girîng e û bi wate ye. Ez ji bo vê serdanê û piştevaniyê spasiyên xwe pêşkeşî wan dikim. Ji bo ku we jî ev civîn şopand spas dikim.”

‘Piştî 14’ê gulanê dê çapemenî azad bibe’

Nûçegihana tirkî ya Deutsche Welle ya Enqereyê Gulsen Solaker pirsa “Hûn nûnekirina lîsansa ofîsa Tirkiyeyê ya DW’yê û girtina wî ya mecbûrî çawa dinirxînin?” Klingbeil ev bersiv da: “Van du rojên dawî li gelek cihan hate ziman. Min anî ziman ku ez bi fikar dişopînim ku ji Almanyayê di mijara azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de pêşketinên bi çi rengî rû didin. Rakirina parêzbendiyê ji ber sedemên siyasî, mijareke din a di vê çarçoveyê de ye. Ev mijarên ne li gorî feraseta demokrasiyê ne. Îro min bi HDP’ê û CHP’ê re hevdîtin pêk anî. Ez kêfxweş bûm ku bi du rayedarên partiyê yên ku nirxên me yên demokratîk par ve dikin re hevdîtin kir. Cihê kêfxweşiyê ye ku li Tirkiyeyê îradeyeke ku dixwaze ber bi cihekî nêzî feraseta me ya demokratîk ve biguhere heye.”

Sancar jî ev bersiv da “Piştî 14’ê gulanê wê ev pergal were guhertin û dê çapemenî azad bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar