Li gorî daxuyaniya ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat dayîn, serokê Şandeya Yekitiya Ewropa-Tirkiyeyê Sefîrê Bilind Nîkolaûs Mayer-Landrût, şêwirmend Stefano Fantaronî û şêwirmenda Karên Siyasî Sema Kiliçer serdana navenda giştî ya HDP’ê kirin.
Şande ji aliyê hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy ve hat qebûlkirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de paşeroja têkiliyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê, pirsgirêka demokrasiyê, zextên li ser HDP’ê û gelek mijarên din hatin nirxandin.
Her wiha hat gotin ku di serî de doza girtinê û doza Kobanê bêhiqûqiyên têne kirinê bi heyetê re hatine parvekirin.