Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şandeya YNK’ê: Berxwedêran bi dewleta tirk paşve gav da avêtin

Şandeyeke ji YNK’ê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ziyaret kir. Şandeyê da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê li cîhanê deng vedaye û bandorekî mezin li Ewropayê kir. Şandeya YNK’ê piştgirî da grevê û got ku vê çalakiyê bi dewleta tirk paşve gav da avêtin

Berxwedana greva birçîbûnê ya endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz ku li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, 186 roj li pey xwe hişt. Ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re, şandeyeke ji Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) hatin serdana Yagiz.

Di nava şandeya YNK’ê de parlamantera berê ya Iraqê Rebîa Hemed û endamê Peywendiyên Karên Derve yê YNK’ê Azad Jolî jî hebûn. Di serdanê de li ser navê şandeyê Rebîa Hemed axivî. Hemed got ku çalakiyên greva birçîbûnê, çalakiyekî sivîle û ji bo azadî û demokrasiyê tê kirin. Hemed da zanîn ku çalakî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo maf û aramiya gelê kurd hatiye destpêkirin.

Bandorekî mezin li Ewropayê kir

Rebîa Hemed bi bîr xist ku bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Çalakiyên greva birçîbûnê li cîhanê deng veda. Vê çalakiyê bi dewleta tirk paşve gav da avêtin. Vê çalakiyê li ser siyaseta Ewropayê jî bandorekî mezin kir. Pêlên çalakiyê li her çar parçeyên Kurdistanê jî belav bû. Li Başûr jî bi pêşengiya hevalê Nasir ev zêdetirî 6 mehin çalakî heye. Em hêvî dikin ku rewşa tendirûstiyê ya Nasir Yagiz baş bibe.”

Di dawiyê de jî Hemed wiha got: “Hêvîdarin ku bi vê çalakiyê re gelê kurd mafên xwe bi dest bixe. Ez piştgiriyê didim çalakiyê. Divê gelê kurd bi çalakiyên sivîl hîn bêhtir daxwaza mafên xwe bike. Bi vekirina deriyê guftûgoyan re jî em ê bêhtir bikarin daxwaza mafên xwe bikin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar