Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şandeyek ji jinên Skoçya li Rojava ye

Bi armanca şopandina têkoşîn û xebatên şoreşa jinên rojavayê Kurdistanê, heyetek ji jinên Skoçî ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê serdana jinên Rojava kir. Heyet ji aliyê Kongra Star ve hatin pêşwazîkirin.

Heyetek ji jinên Skoçyayî bi navê koma Bronagh (Bro-Na) serdana jinên rojavayê Kurdistanê kirin. Ev şande ji 5 jinan pêk tê Jeenifer Clapham, Yvonne Blake, Viktoriya matejova, Lona Soper, Bronagh Gallagher û dê heya 15 adarê li rojavayê Kurdistanê bimînin. Şande ji aliyê Kongra Star ve hat pêşwazîkirin û yekem serdana xwe li Mala Jin a bajarê Qamişlo pêk anîn. Bernameya serdana wan wê li hemû sazî û dezgehên jinan ên rojavayê Kurdistanê bidome, her wiha wê serdana meclis, komîn, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a PYD’ê, Hevgirtina Zenûbiya, Desteya Jin û gelek saziyên jinan dê werin ziyaretkirin. Mebesta van jinan bi vê serdanê ew e ku têkoşîn û xebatên jinan, şoreşa jinên rojavayê Kurdistanê bibîbin. Her wiha pêkanîna vê yekê li welatên xwe bi projeyên ku bi pêş dixin pêk bînin.

Roja yekem a serdanê koma Bronagh(Bro-Na) li Mala Jin a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Heyeta jinan bi endamên Mala Jin re civiyan. Her wiha di pêşwaziya heyetê de rêvebera Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Omer beşdar bû û nîqaşên girîng dane meşandin. Di nîqaşan de heyetê xwest der barê kar û xebatên ku di Mala Jin de tên meşandin ji avakirina wê heta niha û çawa dibe bersiv ji pirsgirêkên jinan û dozên wan re bibin xwedî agahî.

‘Heyetê xwest kelecan û rihê şoreşê li gel jinên Rojava ji nêz ve bişopînin’

Mala Jin a Kantona Qamişlo Behiya Murad 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Berî çend rojan daxwazî ji me re hat ku heyetek Skoçî dixwaze bi Mala Jin re hevdîtinê bike. Saziya Mala Jin dikaribû di nav herkîna şoreşê de xwe bide îsbatkirin û dengê xwe li tevahî cîhanê weke saziyeke piştgir ji maf û doza jinan re vede. Bi vê armancê îro mêvanên me serdan kirine ku têkoşîn û xebata jinan di vê saziyê de nas bikin û li welatên xwe pêk bînin. Li aliyê din jî van jinan xwestin kelecan û ruhê şoreşê bi çavên xwe bibînin û beşdarî çalakiyên me yên 8’ê Adarê bibin. Niha piştî vê serdanê em ê bi hev re beşdarî meşa girseyî ji bo 8’ê Adarê bibin.”

Sibê şande dê serdana xwe li kampa Waşûkanî, Jinwar û navenda Jineolojî bidomîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar