Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şandeyek ji xwêndekarên jineolojî ji Rojava serdana zanîngehên li Almanyayê kir

Heyetek ji Rojava serdana hin zanîngehên li Almanyayê kir. Endama heyetê Dîjle Haîdar got, ew dixwazin projeyên hevpar û zanîngeha dost pêk bînin.

Heyetek bi navê zanîngehên Rojava û Kobanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi vexwendina EmdenLeer hate Almanyayê û bi rayedarên zanîngehên EmdenLeer, Alice Salomon û Zanîngeha Bremenê re hevdîtin kir.

Endama heyetê hîndekara beşa Jinolojiyê ya Zanîngeha Kobanê Dîjle Haîdar ji ANF’ê re li ser hevdîtinên xwe axivî û diyar kir ku wan destpêkê li Berlînê bi rayedarên Zanîngeha Alice Salamon re hevdîtin kirin. Dîjle Haîdar got, “Di vê hevdîtinê de du mijarên girîng hebûn. Me giranî dan ser danasîna jineolojiyê û rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di gava duyemîn de jî me zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane naskirin. Me xwest, dema bê bi vê zanîngehê re têkiliya zanîngeha dostaniyê çêbikin. Hin karên taybet ên zanîngehên Rojava û Kobanê hatin nirxandin. Ji aliyê muxatabê xwe ve bi erênî hate pêşwazîkirin. Kêfxweşiya xwe anîn ziman. Li zanîngehên me, kapasîteyên wan û mufrefatan pirsîn. Li ser rê û rêbazên têkilîdanînê hate rawestîn.”

Dîjle Haîdar ragihand ku hevdîtina duyemîn li Zanîngeha Bremenê hate kirin û bi bîr xist ku xwendekarên zanîngehên BRemen û Rojava ji berê ve hin semînerê hevpar dikirin. Dîjle Haîdar diyar kir ku li vir jî hem li ser jinolojiyê hem jî li ser karê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinîn û got, di heman demê de zor û zehmetiyên li pêşiya xwe jî parve kirin. Dîjle Haîdar anî ziman ku ji vê derê jî bi rengekî erênî çûn û bawer dikin ku dema bê wê têkiliyeke fermî bê danîn. Dîjle Haîdar her wiha diyar kir ku li saziya jinan ya ku Bexçeyê Hevrîn Xelef ava kir û têkiliya xwe bi gundê Jinwar re heye, semînerek dan.

Dîjle Haîdar işaret bi nîqaşên li Ewropayê yê li ser Jineolojiyê kir û got, “Di navbera Zanîngeha Emden a li Almanyayê û Zanîngeha Rojava de li ser karên jineolojiyê dostaniyek heye. Ji xwe hatina me ya li vê derê jî nûkirina vê peymana dostaniyê ye. Xwendekarên herdu zanîngehan semînerên hevpar lidar dixin, projeyên hevpar pêk tînin. Heta ku em li vê derê ne em dixwazin serdana hemû zanîngehan bikin. Em dixwazin hin encamên şênber bi dest bixin. Em ê peymana zanîngeha dost a bi Zanîngeha Emdenê re nû bikin. Em dixwazin vê tecrûbeya xwe bi zanîngehên din re pêk bînin. Bi vê hêviyê em tevdigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar