Şandeyeke jinan a ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtinên bi rêxistin û saziyên jinan ên başûr û rojhilatê Kurdistanê re, derbasî Başûr bû. Tê payîn ku şande dê hefteyekê li Başûr hevdîtinan bike
Şandeyeke jinan a ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku ji 5 kesan pêk tê, bi armanca hin hevdîtinan derbasî başûrê Kurdistanê bû.
Şandeya ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê ya bi pêşengiya Asya Abdullah, dê li Silêmaniye û Hewlêrê hefteyekê hevdîtinan bikin. Şande di çarçoveya bernameya xwe de dê bi rêxistin û saziyên jinan ên başûr û rojhilatê Kurdistanê re hevdîtinan bikin.
Hat zanîn ku şande dê hevdîtinên xwe îro li Silêmaniyeyê bide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de saet di 11.00’an de ê bi Yekitiya Jinanî Kurdistan û saet di 16.00’an de jî bi Tevgera Goran re dê hevdîtinê bike. SILÊMANÎ