Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin didome. Şandeyên ku çûn serdana Guven da zanîn ku Guven di çalakiya xwe de bi israre û divê dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere. Şandeyan diyar kir ku divê dengê çalakiyê bêhtir bê belavkirin
Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 122’yemîn de didome. Têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê, parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Bariş Atay, parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç, Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden û ji Heyeta Aqilmendan ku hatibûn serdana Guven, Baskin Oran û Celalettîn Can bi MA’yê re axivîn.
Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay ku Guven li mala wê ziyaret kir diyar kir ku tecrîd binpêkirina mafê mirovane. Atay destnîşan kir ku daxwazên ji bo rakirina tecrîdê rewa ne û wiha domand: “Li Tirkiyeyê, li ser girtiyên siyasî polîtîkayên cidî yên tecrîdê hene. Ji derveyî girtîgehan jî, li ser gelê kurd polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Ji ber vê yekê grevên birçîbûnê û daxwazên çalakvanan rewa ne. Hikûmet jî di ferqa bandora çalakiyê de ye û ji ber vê jî jinedîtî ve tê. Ji bo nixûmandina çalakiyê jî rojevên sûnî ava dike. Ev jî nîşan dide ku hikûmet di rewşeke zehmet de ye.”
‘Tu kes nikare çalakiyê bişikîne’
Atay got ku tevî ku polîs her tim bi ser avahiya HDP’ê ya Amedê de digire jî nikare çalakiyê bişikîne û wiha derbirî: “Tu kes nikare çalakiya greva birçîbûnê ya ku rêheval Leyla Guven daye destpêkirin, bişikîne. Divê em vê çalakiyê dîtbartir bikin û ji bo vê jî em ê bixebitin. Weke parlamenterên TÎP’ê û rêhevalên wan, çi pêwîst be em ê bikin.”
Daxwaza malbatan red kirin
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de jî xwestin têkildarî daxwaza girtiyan bi wezîrê dadê re hevdîtine bikin lê daxwaza wan hat redkirin. Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç jî ev helwest rexne kir û wiha got: “Malbatan 4 roj bi rêya HDP’ê xwestin hevdîtinê bikin. Di serî de gotin wezîr li derveyî welat e. Piştre jî malbatan xwest bi musteşar re biaxivin. Lê vê carê jî bersiva ‘karê wî heye û ne guncav e’ dan. Piştre jî daxwaz red kirin. Ev helwest nayê qebûlkirin. Çalakiya Guven di astekî krîtîk de ye. Êdî dibe ku agahiyên nexweş bên.”
Mafên girtiyan tên binpêkirin
Koç daxuyand ku tecrîda li ser Ocalan jî ne hiqûqî ye û ev tişt destnîşan kir: “Mafê her girtiyekî heye ku her hefteyê bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Qanûna heyî vê dibêje. Lê tevî vê jî hevdîtin tên astengkirin. Wezaret neçare ku malbatan guhdar bike. Wezaret û hikûmet ketiye nava tirsê. Bi hezaran kes li girtîgehan di grevê de ne. Ji her encamekî neyînî, wezareta dadê û Qesr berpirsyar e.”
‘Ji bo ku em jî bikarin bijîn divê Leyla bijî’
Der barê mijarê de Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden jî axivî û daxuyand ku jiyandina Guven jiyandina hemû mirovan e û wiha got: “Ji bo ku em hemû bikarin bijîn, em dibêjin ‘Bila Leyla bijî.’ Jiyandina Leyla Guven, jiyandina demokrasî, aştiyê û jiyana hevpar e. Paşeroja Tirkiyeyê ya girtîgehan xerab e. Guven li dijî polîtîkayên tecrîdê 122 rojin di grevê de ye. Rewşa wê ya tenduristiyê di astekî krîtîk de ye. Tecrîd bi xwe li dijî tenduristiyê ye.”
Pêkanînên di aste îşkenceyê de
Erdem daxuyand ku tenduristiya hemû girtiyan di berpirsyariya dewletê de ye û wiha axivî: “Divê dewlet û îktîdar vê berpirsiyariya xwe pêk bîne. Piştî girtî avêtina yek hucreyê pirsgirêka xwê, şekir, av, lîmon û Vîtamîna B derket holê. Ev pêkanînên xerab bi sendîkaya me ve jî hatin parvekirin. Ev pêkanîn, îşkenceya herî mezin e. Divê vîtamîna B-1 teqez bidin girtiyan. Ji ber ku ev çalakî, çalakiya rojiya mirinê nîne. Şaxa SES’ê ya Amedê û TTB’ê ji wezareta dadê xwest heyetek serbixwe biçin li girtîgehan bigerin. Lê ev daxwaz hat redkirin. Ger destûr neyê dayîn, dibe ku tiştên xerabtir pêk bên. Em naxwazin agahiyên mirinê bibihîzin.”
Heyeta Aqilmendan Guven ziyaret kir
Di heman demê de şandeyeke ji kesayet û akademîsyên di ‘Pêvajoya çareseriyê’ ya sala 2013’an de di Heyeta Mirovên Aqilmed de cih digirt, Leyla Guven ziyaret kir. Ji endamên şandeyê Prof, Dr. Baskin Oran û hevjînê wî Feyhan Oran, berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can û akademîsyen Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere bang li hikûmetê kir ku berpirsiyartiya xwe bîne cih.
Têkildarî mijarê Baskin Oran anî ziman ew piştgiriyê didin Leyla Guven û wiha got: “Jiyana mirovan ji her tiştî girîngtir e. Evkar ber bi xerabûnê ve diçe. Hejmar pir zêde bûye. Divê rejîmek nebe sedem ku mirov bedena xwe ji mirinê re razînin.” Celalettîn Can jî bi lêv kir ku Guven di çalakiya xwe de bi israr e û divê dewlet qanûnên xwe bi cih bîne.